Di êrişa artêşa dagirker de 12 endamên rejîma Sûriyê birîndar bûn

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Um El-Işbe yê navçeya Zirgan û gundê Erîşa yê navçeya Til Temirê de 12 endamên hêzên rejîma Sûriyê birîndar bûn.

Di êrişa artêşa dagirker de 12 endamên rejîma Sûriyê birîndar bûn
Di êrişa artêşa dagirker de 12 endamên rejîma Sûriyê birîndar bûn
28 cotmeh, 2019   19:03
HESERK- BESIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Cebhat El-Nusra û DAIŞ`ê agirbestê binpê dikin û êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de didomînin.

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhat El-Nusra û DAIŞ`ê de 12 endamên hêzên rejîma Sûriyê birîndar bûn, 3 li gundê Erîşa yê girêdayî navçeya Til Temirê û 9 li gundê Um Işbe yê girêdayî navçeya Zirgan a herêma Serêkaniyê. 

Birîndar ji bo tedawiya lezgîn rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li navçeya Til Temirê hatin rakirin, piştre ji bo nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Hesekê hatin veguhestin.

(şx)

ANHA