Jinên Efrînê li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsya çalakî kirin

Bi sedan jinên Efrîn û Şehbayê  bi dirûşmeya "Jinên Efrînê daxwaza vegera Efrîna aram û azad dixwazin‘‘ li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsya ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê çalakî kirin  û peyama radestî berpirsên baregeha Rûsya kirin.

Jinên Efrînê li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsya çalakî kirin
Jinên Efrînê li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsya çalakî kirin
Jinên Efrînê li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsya çalakî kirin
Jinên Efrînê li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsya çalakî kirin
Jinên Efrînê li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsya çalakî kirin
Jinên Efrînê li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsya çalakî kirin
Jinên Efrînê li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsya çalakî kirin
Jinên Efrînê li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsya çalakî kirin
28 cotmeh, 2019   18:23
ŞEHBA

Jinan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, birîndarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pankartên bi nivîsên`` Na ji qetilkirina jin û zarokan re`` û `` Em daxwaza rizgariya Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên dixwazin``,  hilgirtibûn.

Jinan ber bi baregeha Rûsiya ve meşiyan û dema gihiştin wê derê deqeyeke rêz li ser ruhê şehîdan girtin. Paşê daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de, bal hate kişandin ser binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê der heqê şêniyên Efrînê de, komkujiyên li dijî mirovahiyê, bikaranîna çekên giran û qedexekirî, koçberiya bi darê zorê û guhertina demgorafî.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navnetewî ya li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û binpêkirinên wê yên ji qanûnên navdewletî, her wiha destdirêjiya li cenazeya şehîdan û dîlgirtina şervana YPJ‘ê Çîçek Kobanê hatin şermezarkirin.

Jinan di daxuyaniyên daxwazên xwe rêz kirin û wiha hate domandin: "Em bang li civaka navdewletî û hemû rêxistinên hiqûqî bi taybet rêxistinên têkildarî mafên jinan dikin ku parastina jiyana Çîçek Kobanê ya dîlgirtî peyda bikin, der barê sûcên Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê û rojhilatê Firatê lêpirsînê vekin, êrişên li ser herêmê rawestînin. Her wiha em banga şandina hêzên parastina aştiyê ya navdewletî bişînin herêmê û qada hawayî ji balafiran bê girtin û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji herêmê derxînin da ku koçber vegerin malên xwe."

Paşê ji jinan 6 , Hêvîn Silêman, Şêrîn Hesen, Şêrîn Qaso, Wefa Husên, Sureya Hebeş û Şêraz Hemo, tevî wergervanekî berê xwe dane baregeha Rûsya û peyama daxwazên jinan radestî rayedarên baregehê. Ji daxwazên jinan beşdarkirina  jinê di nivîsandina destûra Sûriyê de, rizgarkirina xaka Sûriyê wek Ezaz, Bab , Cerablus , Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê, her wiha misogerkirina vegera koçberan li warên xwe, ji daxwazên jinên xwepêşandêr bûn.

(rr)

ANHA