Li Dirbêsiyê jî gel ji ber derengmayîna mazota zivistanê gazincan dike

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê anî ziman ku belavkirina mazota zivistanê dereng maye û dipirsin ka ew ê çawa xwe ji sermayê biparêzin?

Li Dirbêsiyê jî gel ji ber derengmayîna mazota zivistanê gazincan dike
Li Dirbêsiyê jî gel ji ber derengmayîna mazota zivistanê gazincan dike
Li Dirbêsiyê jî gel ji ber derengmayîna mazota zivistanê gazincan dike
Li Dirbêsiyê jî gel ji ber derengmayîna mazota zivistanê gazincan dike
Li Dirbêsiyê jî gel ji ber derengmayîna mazota zivistanê gazincan dike
17 mijdar, 2026   03:05
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Hîna pirsgirêka bihabûna mazotê çareser nebûye, mazot nayê peydakirin û sermayê dest pê kiriye. 

Welatiyê bi navê Xalid Ehmed got: “Me hîna mazota zivistanê wernegirtiye. Her sal di vî wextî de me mazota xwe ya zivistanê werdigirt. Niha bihayê bermîleke mazotê ji 350 lîreyê Sûriyeyê bûye 2 milyon û 500 lîre. Gelek malbat dê nekarin mazota zivistanê bikirin. Her malbatek herî kêm pêdiviya wan bi 2 bermîlan heye. Tenê bermîleke mazotê têra xelkê nake.”

Ehmed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa kirêya rê û got: “Kirêya rêya di navbera Dirbêsiyê û Hesekê de par nêzî 8 hezar lîre bû niha bû 50 hezar lîre. Barê xelkê gelekî giran kiriye. Em nema dikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin. Mûçeyê karmendan tenê milyonekî Sûriyeyê ye, ew ê çawa bikarin mazota zivistanê bikirin?”

Amir Derwîş bandora bihabûna mazotê li ser bazarê vegot û got: “Bihabûna mazotê bandorê li kar û tevgera bazarê kir. Li bazarê her tişt biha ye. Êdî liv û tevgera şêniyan li bazarê kêm bûye. Metirsiya me heye ku mazota zivistanê hîn zêdetir biha bibe. Her ku belavkirina mazotê dereng dimîne û biha dibe, barê me girantir dibe.”

(np)

ANHA