Kampek ji şêniyên herêma Serêkaniyê re tê amadekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi amadekirina kampekê ji koçberên Serêkaniyê re dike, li gorî endamê komîteya amadekar ku dê kamp zêdetirî 3 hezar malbatan vehewîne.

Kampek ji şêniyên herêma Serêkaniyê re tê amadekirin
Kampek ji şêniyên herêma Serêkaniyê re tê amadekirin
Kampek ji şêniyên herêma Serêkaniyê re tê amadekirin
28 cotmeh, 2019   13:39
HESEKÊ

Piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê, hezaran şêniyên herêma Serêkaniyê û gundewarên wê neçar man koçî herêmên herî bi ewle mîna bajarê Hesekê û Til Temir bibin.

Rêveberiya Xweser 53 dibistan ji bo koçberan vekirin, ji ber vê yekê perwerdeya li dibistanan rawestiya, her wiha ji bo vehewandina şêniyan û vegerandina perwerdeya li dibistanan, Rêveberiya Xweser ji bo avakirina kampa koçberan dixebite.

Rêveberiya Xweser xakeke bi berfirehiya 600 donim li bajarokê Tiwênê ya 12 km rojavayê bajarê Hesekê diyar kir.

Endamê komîteya amadekar ji bo amadekirina kampê Berzan Ebdullah ji ANHA`yê re diyar kir ku ev hefteyeke dest bi amadekirina kampê kirine, dê kamp zêdetirî 3 hezar malbat vehewîne.

Ebdullah da xuya kirin ku ew zehmetiyan di amadekirina binesaziya kampê de dibînin, ji ber kêmbûna alavan û zinar lê zêde ne.

Ebdullah wiha domand: "Şêniyên herêma Serêkaniyê rastî gelek zehmetiyan hatin ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, ji ber vê yekê em bang li hemû dewletên cîhanê û rêxistinên mirovî dikin ku desteka koçberan bikin da ku di zûtirîn dem de kamp bê amadekirin."

Di dawiya axaftina xwe de Berzan wiha got: "Tê payîn ku piştî mehekê kamp bê amadekirin, em ê hewl bidin di zûtirîn dem de amade bikin."

(jo)

ANHA