Li Kobanê QSD`ê xwe li navendên nû bi cih dike

Hêzên QSD`ê li kantona Kobanê ya herêma Firatê dest bi cihkirina xwe li navendên nû kir.

Li Kobanê QSD`ê xwe li navendên nû bi cih dike
28 cotmeh, 2019   13:39
KOBANÊ

Fermandariya Giştî ya QSD`ê îro bi daxuyaniyekê biryara erêkirina însiyatîfa Rûsya ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî lihevkirina Sochi ku 22`ê Cotmeha 2019`an pêk hat, erê kir.

Li ser wê esasê QSD`ê li kantona Kobanê ya herêma Firatê dest bi cihkirina xwe li navendên nû, kir.

(bx)

ANHA