MLKP Kurdistan: Hevrêyê me Bayram Namaz şehîd bû

MLKP Kurdistan li ser Bayram Namaz ê li Rojava şehîd bû, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku Bayram Namaz duh li Serêkaniyê di encama sûîqasteke çeteyên dewleta Tirk de hatiye şehîdkirin.

MLKP Kurdistan: Hevrêyê me Bayram Namaz şehîd bû
24 adar, 2019   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

MLKP Kurdistan li ser Bayram Namaz ê li Rojava bi sûîqestekê şehîd bû, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hevrê Bayram Namaz (Baran Serhat) sibeha 23'yê Adarê (duh) ji çeteyên TC (Komara Tirkiyê) ve li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di sûîqastekê de bi namerdî şehîd hate xistin. Mîna her carê serê sibehê dema ku bi erka xwe ya şoreşgerî radibû, bombeya di wesayita wî de hatibû bicihkirin, hate teqandin. Di encamê de hevrê Baran şehîd bû, hevrêyê li gel wî jî birîndar bû."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Baran Serhat endamê Komîteya Navendî û Komîteya Kurdistanê ya MLKP’ê bû, nûner û fermandarê partiya wan ê Rojava bû û hate gotin: "Hevrê Baran Serhat yek ji kadroyên pêşeng ên partiya me MLKP'ê bû. Lewma êrîşa li dijî wî tiştekî jirêzê nîn e. Ev êrîş dewama komkujiya Pirsûsê ye ku ji bo hilweşandina pira şoreşa yekbûyî ya Tirkiye û Kurdistanê hate kirin. Partiya me dema ku Şoreşa Rojava dest pê kir, li refên herî pêş ê şer bi cih bû. Ji Kobanê heta Reqayê, ji Minbicê heta Efrînê li her eniyê li dijî çeteyên TC'ê şer kir, şehîd dan. Ji bo têkbirina hesabên TC a faşîst û çeteyên hevkarên wê yên ji bo dagirkirina Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi roleke girîng rabû.

Hevrê Baran li Rojava di nava pênc salan de ji hêzên me yên partiyê re ji aliyê îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û leşkerî ve rêbertî kir. Bi dehan hevrêyên me yên jin û mêr ji gelek aliyan ve perwerde kir. Bi aqlê xwe, ked, hezkirin û coşa xwe ya şoreşgerî ji bo serketina Şoreşa Rojava xebitî. Li her eniyê cih girt. Tev li karê damezrandina Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal bû."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku hevrêyê wan Baran Namaz di damezirandin û pêşvebirina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de jî cih girt û ji bo bicihanîna biryarên HBDH'ê bi gotin û pratîka xwe hewl da.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Wî kedeke mezin da karê avakirina xeta welatparêziya sosyalîst a partiya me. Ji bo bicihanîna vê xetê bi rengekî bêdawî hewl da. Rêbaza birêxistinbûn û xebatê bi têkoşîna leşkerî polîtîk re xurt kir. Li her devera lê bû şiyara Kurdistana azad bilind kir û ev şiyar di kesayetiya xwe de nîşan da.

Hûn nikarin me rawestînin. Em ê şoreşa Rojava her tim biparêzin û ava bikin. Em ê rejîma faşîst a mêtinger hilweşînin. Em ê Kurdistanê azad bikin."