PAJK’ê banga geşkirina çalakiyên li dijî tecrîdê kir

PAJK'ê şehîd Zulkuf Gezen, Ugur Şakar û Ayten Beçet bi rêzdarî bi bîr anîn û bang kir ku bi pêşengiya jin û ciwanan bi şîara 'Em xwedî li jiyanê derkevin, tecrîdê bi dawî bikin' çalakiyên xwe bigihînin asta pêngaveke nû.

PAJK’ê banga geşkirina çalakiyên li dijî tecrîdê kir
24 adar, 2019   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona PAJK'ê têkildarî kesên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên fedaî kirine, daxuyaniyeke nivîskî weşand. PAJK’ê ji malbatên Ayten Beçet û Ugur Şakar re sersaxî xwest. Di daxuyaniya PAJK'ê de hate gotin ku çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdorveger bûne nîşaneya bêdawî ya îradeya microvan, ev deng û sekna li girtîgehan, li derve deng vedide, êdî ji çalakiyekê wêdetir bûye navê vejîna xeta berxwedana dîrokî di bedena mirovan de. Her wiha hate gotin ku di asta heyî de desthilata faşîst a AKP'ê, medyaya şerê taybet bê deng in, li mirina mirovan temaşe dikin û vê yekê wek konsepteke siyasî didomînin.

PAJK’ê Zulkuf Gezen, Ugur Şakar û Ayten Beçet ku ji bo bidawîkirina bêdengiyê çalakiya fedayî kir, bi bîr anîn û diyar kir ku ew bi berxwedana xwe bûn navê îradeya tûj a li dijî zilmê û navê vejînê.

Berfirehiya daxuyaniya PAJK'ê wiha ye:

"Çalakiya li dijî tecrîdê ku bi hevrê Leyla Guven û Nasir Yagiz re bû sembol, niha li girtîgehan hemûyan, li Kurdistanê û derveyî welat belav bûye. Deynê siyasî, wijdanî û exlaqî yê me hemûyan e ku li dora vê çalakiyê li hev bicivin û vê bikin sekneke azadiya civakî. Çalakiya hevrê girtiya ji doza PAJK'ê Ayten Beçet a li Girtîgeha Gebzeyê çalakiya fedayî kir, ji bo jinên ciwan, ji bo jinan hemûyan û gelê me banga çalakiyan a li her cihî ye. Dewleta Erdogan ku ji çalakiyê tirsiya, cenazeyê hevrêya me Ayten Beçet revand. Li dijî tundiya dewleta Erdogan a faşîst dîktator, gelê me bi biryar e ku di asta girseyî de xwedî li şehîdan derkeve ku bi vî rengî wezîfeya xwe b cih bîne. Desthilata faşîst a AKP'ê û dewletên Ewropayê di serî de Elmanya, hewl didin vê pêvajoyê bikin qurbanê berjewendiyên xwe yên siyasî. Yekane hêza ku van polîtîkayên wan têk bibe, gel bi xwe ye.

Xwedîderketina li şehîdan ku her yek ji wan bîrdariyên berxwedanê ne, biserxistina vê çalakiyê ye. Şehîdên me yên leheng û hevrêyên me yên çalakiyê didomînin, bi îradeya xwe ji niha ve serketina çalakiyê di şexsê xwe de afirandine.

Armanca hevrêyên me ku berdêlên giran dane pêş çavên xwe, bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê me û misogerkirina mafên wî yên xwezayî, gerdûnî û hiqûqî ye. Wezîfeya biserxistina vê çalakiyê beriya her kesî dikeve ser milê her kesên li derve. Çalakgeran bi sekn û biryardariya xwe helwesta xwe nîşan dane. Soza me ya li pêşberî vê berxwedanê divê ew be ku em li her derê çalakiyên girseyî pêk bînin. Şehîdên me ku xwediyê vê çalakiya dîrokî ne, fermanê didin me ku li her devera Kurdistanê, li derveyî welat xwedîderketina li çalakiyê bigihînin asteke nû.

Gelê ku 8'ê Adarê, Newrozê daket qadan, wezîfeya xwe ye ku hîn bi bandor dest li vê pêvajoyê werde. Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger ku li her qada berxwedanê ji sînorê krîtîk derbas bûye, êdî ji bo berxwedêran xwedî rîska jiyanî ye. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku li her cihî bi pêşengiya jin û ciwanan bi şîara 'EM XWEDÎ LI JIYANÊ DERKEVIN, DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN' çalakiyên xwe bigihînin asta pêngaveke nû. Xwedîderketina li jiyana çalakgeran bi bidawîkirina tecrîdkirina Rêbertî dibe. Ev yek berpirsyariya me ya însanî, exlaqî, wijdanî û siyasî ye.

Em careke din Leyla Guven, Nasir Yagiz, Fadîle Tok, girtiyên PAJK-PKK'î yên li zindanan, berxwedêrên li Almanya, Strasbourg, Hollanda, Îngilistan, Wals, Kanada û Awustiryayê bi rêzdarî silav dikin û soz didin ku em ê berxwedana wan bi ser bixin."