Şêniyên Girê Spî berê xwe didin cihê Newrozê

Bi hezaran şêniyên kantona Girê Spî berê xwe didin parka giştî ya li rex Çerçerêya El-Elem a bajêr da ku Newroza 2019’an pîroz bikin.

Şêniyên Girê Spî berê xwe didin cihê Newrozê
Şêniyên Girê Spî berê xwe didin cihê Newrozê
Şêniyên Girê Spî berê xwe didin cihê Newrozê
24 adar, 2019   09:10
GIRÊ SPÎ

Piştî lidarxistina piranî şahiyên Newrozê li hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro şêniyên kantona Girê Spî bi dirûşmeya "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin" Newroza xwe li dar dixin.

Ji saetên vê sibehê ve şêniyên kantona Girê Spî berê xwe didin cihê şahiyê ya parka giştî li rex Çerxerêya El-Elem a li aliyê başûrê bajêr. Hemû şênî bi cilên xwe yên gelêrî ku nîşaneya çanda pêkhateyên herêmê ye ji Kurd, Ereb û Suryan , diçin cihê Newrozê.

Li gorî komîteya amadekar diyar kiriye ku dê şahî çend kêliyên din piştî agirê Newrozê ji hêla malbatên şehîdan ve were vêxistin, dê dest pê bike. Piştre, bi navê Meclisa Kantona Girê Spî hevserokên meclisê Hêvîn Îsmaîl û Hemîd Ebid, bi navê Meclisa Sûriye Demokratîk Ferhad Şiblî û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Mihemed axaftin bên kirin.

Piştî axaftinan dê komên stran, dîlanên gelêrî û şanoyê hunerên xwe pêşkêş bikin.

Li gorî komîteya amadekar di şahiyê de dê komên ku li Navenda Çand û Hunerê ya kantonê perwerde dîtiye, hunerên xwe pêşkêş bikin. Komên ku wê beşdarî şahiya Newrozê bibin ev in: Behdînan, Koma Tirkmenan a Folklorê, Koma Şehîd Zinar, Koma El-Deha ya çanda bedewiyan, Koma Serêkaniyê û Koma Dayikan a Kultura Kurdî.

(fr)

ANHA