Şehîd Ayten Beçet di bin dorpêça leşkeran de hate oxirkirin

Cenazeyê girtiya azadiyê Ayten Beçet ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgeha Gebzeyê çalakiya fedaî pêk anî û şehîd bû, di bin dorpêça leşkerên Tirk de hate definkirin.

Şehîd Ayten Beçet di bin dorpêça leşkeran de hate oxirkirin
24 adar, 2019   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê Ayten Beçet ku duh ji aliyê polîsên Tirk ve li Stenbolê hatibû desteserkirin, şevê din bi balafirê anîn Dîlokê.

Li ser vê agahiyê, bavê Ayten Beçet Sabrî Beçet ku ji bo wergirtina cenaze ber bi Stenbolê ve derketibû rê û gihîştibû Enqereyê, careke din vegeriya Dîlokê.

Polîsên Tirk li daketina bajarê Dîlokê Sabrî Beçet bi darê zorê bir Goristana Yeşîlkentê ku cenaze lê dihat sekinandin.

Piştî ku hate zanîn polîsan Sabrî Beçet bi zorê biriye goristanê, parlamenterên HDP’ê Mahmut Togrul, Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Fatma Kurtulan, Ridvan Turan, Tulay Hatîmogullari, Salîha Aydenîz û Semra Guzel, li gel dayika Aytenê Fatma Beçet û xizmên wan, ber bi goristanê ve derketin rê. Lê polîsên ku tax dorpêç kiribû, nehişt parlamenter û endamên malê ji taxê derkevin.

Li ser astengkirinê di navbera polîsên ku bi wesayîtan hemû rê girtibûn û parlamenteran de nîqaş derket. Polîsan got ew destûrê nadin parlamenter tev li merasîma cenaze bibin, tenê endamên malbatê dikarin biçin. Di encama nîqaşên dirêj de, destûr hat dayîn û parlamenter li gel endamên malbatê bi wesayîtan berê xwe da goristanê.

Parlamenter û endamên malbatê ku hatin ber goristanê, vê carê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Leşkerên ku bi wesayîtên leşkerî pêşiya goristanê girtibû, destûr neda parlamenteran. Fermandarê leşkeran got ji wan re ferman hatiye, lewma ew  destûrê nadin ku parlamenter tev li merasîmê bibin.

Di encama hewldanên dûvedirêj de destûr hat dayîn ku dayika Aytenê Fatma Beçet, bavê wê Sabrî Beçet û nêzî 20 endamên malbatê derbasî goristanê bibin.  Endamên malbatê yên ku derbasî goristanê bûn, di nava tarîtiya şevê de cenazeyê Ayten Beçet spart axê.