5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin windane

Aqûbeta pênc çiyagerên beriya 14 rojan li bajarê Seqizê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn.

5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin windane
20 cotmeh, 2026   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN 

Malpera Kolbernewsê têkildarî windakirina pênc çiyagerên Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine binçavkirin, agahî parve kirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku beriya du hefteyan, zêdetirî 30 çekdarên Îstîxbarata Îranê yên li Seqizê bi awayekî hovane bi ser mala heft endamên komên serbixwe yên çiyageriyê yên bi navên (Helo) û (Çiyayê Sewz ên Seqizê) de girtin û ew binçavkirin.

Hat ragihandin ku piştî berdana du kesan ji binçavkiriyên bi navên Ebdulah Emînî û Rehîm Heqperest, pênc kesên din ên bi navên Mihemed Hekîmpûr, Mistefa Qadirî, Mihemedsalih Husênî, Husên Ebdulahî û Xalid Rehemî heta niha jî nehatine berdan û aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî raporê, di dema binçavkirinê de êşkence li çiyageran hatiye kirin. Her wiha heta niha jî ji mafên wekî peywendiya telefonî, dîtina malbatê û hebûna parêzer bêpar hatine hîştin.

Komên çiyageriyê yên (Çiyayê Sewz) û (Helo) du rêxistinên serbixwe yên sivîl û jîngehparêzin ku di warê parastina jîngehê û pêşvebirina werzişê de kar dikin. Endamên van koman di meha Îlona borî de çalakiyeke hevpar a hilkişîna ser lûtkeya (Taleswar) li dar xistibûn. Tevî berdewamiya zextên ewlehiyê yên di salên borî de yên li ser endamên van navendan, dezgehên leşkerî yên Îranê heta niha tu daxuyaniyeke qanûnî derbarê sedema binçavkirina wan de nedane.