‘DAIŞ têk çû, ji bo tunekirina hişmendiya wê kedên bêhempa pêwîst in’

Rewşenbîrên Herêma Cizîrê serkeftina QSD`ê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin û gotin: “Ji bo tunekirina hişmendiya tundraw ku çeteyên DAIŞ’ê di nav gelên herêmê de belav kirine, kedên bêhempa pêwîst in.”

‘DAIŞ têk çû, ji bo tunekirina hişmendiya wê kedên bêhempa pêwîst in’
‘DAIŞ têk çû, ji bo tunekirina hişmendiya wê kedên bêhempa pêwîst in’
‘DAIŞ têk çû, ji bo tunekirina hişmendiya wê kedên bêhempa pêwîst in’
24 adar, 2019   08:35
QAMIŞLO-XALID EL-CUMA-EHMED SEMÎR

Duh QSD`ê rizgarkirina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê ragihand. Girêdayî wê rewşenbîrên Herêma Cizîrê serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kirin û diyar kirin ku ji bo tunekirina hişmendiya tundraw ku çeteyên DAIŞ`ê di hişê şêniyên herêmê de çandine, perwerdekirina şêniyan û kedên mezin pêwîst in.

Rewşenbîr Ebdulrehman Mihemed diyar kir ku îro cîhan bi têkçûna DAIŞ`ê kêfxweş e, lê ya ji têkçûna DAIŞ`ê girîngtir, tunekirina fikrên DAIŞ`ê yên tundrew e.

‘Divê em tevna civakê vegerînên wek berê û çanda hevpar a herêmê bidin pêş’

Mihemed destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê di dirêjahiya 5 salan de ku gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiribûn hindek şênî bi fikrên çeteyan bandor bûn û wiha berdewam kir: "Divê em fikrên ku banga kuştin, tundrewî û nakokiyan dikin û rola jinê paşguh kirin tune bibin."

Mihemed bal kişand ser kiryarên DAIŞ`ê yên tevna herêmê parçe dikin û wiha got: “Divê tevna civakê û çanda hevpar a di navbera hemû pêkhateyan de bi rêya rêgeza neteweya demokratîk were pêşxistin. Şehîdan di rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kedek mezin dan. Divê biratiya gelan di nava gelên herêmê de bê rûniştandin. Ev  erka rewşenbîran e.”

Rewşenbîr Telal El-Şêx diyar kir ku roja ragihandina serkeftina QSD`ê ne tenê rojek herêmî yan jî navdewletî ye, ev roj roja cînahiye û wiha got: “Bi saya şervanên QSD, YPG û YPJ`ê serkeftina mezin pêk hat."

El-Şêx destnîşan kir, fikrên ku DAIŞ`ê di dirêjahiya 5 salan di nav gel de çandiye, tiştek ne hêsane, ji ber wê divê zarok fêrî fikrên Islama rast bibin.

Rewşenbîra bi navê Leyla Ibrahîm diyar kir ku erka rewşenbîran di vê pêvajoyê de tunekirina fikrên çeteyên DAIŞ`ê ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Di vê pêvajoyê de wek rewşenbîr kedên mezin û bêhempa tê xwestin da ku fikrên çeteyên DAIŞ`ê yên ku di nav pêkhateyên herêmê de hatine çandin, tune bibin."

(şx)

ANHA