Navenda Tenduristiyê ya El- Qehtaniyê di xizmeta 50 gundan de ye

Werşeyên  Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi xebatên sererastkirina Navenda Tenduristiyê ya El-Qehtaniyê kirin. Navend xizmetê ji 50 gundên gundewarê rojavayê bajêr re dike.

Navenda Tenduristiyê ya El- Qehtaniyê di xizmeta 50 gundan de ye
Navenda Tenduristiyê ya El- Qehtaniyê di xizmeta 50 gundan de ye
Navenda Tenduristiyê ya El- Qehtaniyê di xizmeta 50 gundan de ye
Navenda Tenduristiyê ya El- Qehtaniyê di xizmeta 50 gundan de ye
24 adar, 2019   08:06
REQA

Werşeyên  Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi xebatên sererastkirina Navenda Tenduristiyê ya El-Qehtaniyê kirin. Navend xizmetê ji 50 gundên gundewarê rojavayê bajêr re dike. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê herêma Reqayê dagir kiribûn, binesaziya herêmê xirakirin û navendên tenduristiyê veguherandin nuqteyên leşkerî. Tevî wê jî piraniya navendên ku xizmeta herêmê dikin bi zanabûn ruxandibûn.

Piştî rizgarkirina bajêr û gundewarên wê, piraniya navendên tenduristiyê yên gundewaran tevî derfetên kêm, dest bi pêşkêşkirina xebatên tenduristiyê kirin.

Navenda Tenduristiyê ya El-Qehtaniyê yek ji wan navendan e. Werşeyên kar ên girêdayî Komîteya Tenduristityê dest bi xebatên restorekirina navendê kirin.

Ruxmî xebatên sererastkirinê, xebatkarên tenduristiyê xizmeta şêniyan dikin û xebatên tenduristiyê yên lezgîn pêşkêşî şêniyan dikin. Heman demê de nexweşand vediguhêzin nexweşxaneyan.

Hemşîreya ku li navendê dixebite Emîne El-Şêx Îsa diyar kir ku navend ji herêma derdorê re gelek girîng e, ji ber ku bi alîkariya navenda Xatûniyê xizmeta derdora 50 gundên gundewarê rojava dike. Emîne destnîşan kir ku du navend,li gundewarê rojavayê bajêr hene û herêmê bi hewcedariya xebatên tenduristiyê ye. Emîneyê got: “Dê navend di çend rojên pêşiya me de bi awayekî fermî were vekirin û bang li rêxistinên navdewletî kir ku alîkariya navendê bikin.”

Tê bibîrxistin ku Komîteya Tenduristiyê gelek navendên tenduristiyê li gund, bajarok û gundewarên Reqayê vekirine da ku xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re pêşkêş bikin.  Her wiha Heyva Sor a Kurd rolek sereke li Reqa û gundewarên wê dilîze.

(şx)

ANHA