‘Tehran danûstandinên di navbera Kurdan û Şamê de baş dibîne’

Ajansa Îrna ya Îranê destnîşan kir ku serokê Komîteya Ewlehiyê ya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlemana Îranê Hişmetullah Felahat Pîşe got Îran danûstandinên di navbera Şam û Kurdên Sûriyê de erênî dibîne.

‘Tehran danûstandinên di navbera Kurdan û Şamê de baş dibîne’
8 adar, 2019   09:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlemana Îranê Hişmetullah Felahat Pîşe ji ajansa Arna ya Îranê re axivî û wiha got: "Îran dixwaze rejîma Sûriyê û Kurd danûstandinan bê merc bikin."

Her wiha Pîşe teqez kir ku eger rejîma Sûriyê wê yekê dixwaze, dê Îran jî alîkariyê bike.

Hişmetullah Felahet Pîşe mijara Idlibê jî bi bîr xist û got Idlib pirsgirêka herî mezin e ku rastî rejîma Sûriyê tê. Pîşe wiha lê zêde kir: "100 hezar terorîst li Idlibê hene, ji ber vê yekê aliyê bakurê rojavayê Sûriyê rastî pirsgirêkên herî xeternak tê.”