Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li serdozgeriyê da

Malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li serdozgeriya dewleta Tirk a Bursayê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li serdozgeriyê da
8 adar, 2019   09:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî parêzer Mazlûm Dînç, ji bo çûyîna Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da ji bo ku biçin Îmraliyê.