Trump: Alîkariyên ji bo Îsraîlê dê dawiya salê rawestin

Donald Trump ragihand ku alîkariyên DYA’yê yên ji bo Îsraîlê dê heta dawiya salê rawestin û diyar kir ku ev biryar li ser bingeha lihevkirineke bi Serokwezîr Benjamin Netanyahu re hatiye dayîn.

Trump: Alîkariyên ji bo Îsraîlê dê dawiya salê rawestin
3 mijdar, 2026   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di hevpeyvîneke ligel kanala Fox News’ê de ragihand ku alîkariyên Amerîkayê yên ji bo Îsraîlê dê heta dawiya îsal bi dawî bibin. Trump da zanîn ku wî li ser vê yekê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re li hev kiriye û got ku êdî pêdiviya Îsraîlê bi alîkariyeke wiha nemaye.

Trump behsa êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê jî kir û ev bûyer ne wekî şer, lê wekî "êrişeke sînorkirî" bi nav kir, her wiha got, tesîseke parastina asmanî ya Îranê hatiye rûxandin.

Trump diyar kir ku hêzên DYA’yê berevaniya asmanî ya Îranê ji holê rakirine û îdia kir ku êdî balafir an pergalên parastina asmanî di destê Tehranê de nemane û got: "Em dikarin Îranê bi temamî ji holê rakin."

Der barê Tengava Hurmuzê de jî, Trump got, DYA bi rêya dorpêçeke deryayî kontrola tam li ser vê rêya avî digire destê xwe û bal kişand ser daketina bihayên petrolê ya piştî vê yekê.

Li aliyeke din jî, Trump anî ziman ku Partiya Demokrat sextekariyê di hilbijartina eyaleta Alaskayê de  dike.

Serokê DYA‘yê hilbijartinên nîv-dewrê  wekî hilbijartinên herî krîtîk bi nav kirin û bang li dengdêran kir ku piştgiriyê bidin rêveberiya wî û got ew ê encamên hilbijartinê ji Koşka Spî bişopîne.

(f)