Çalakiya Dayîkên Aştiyê berdewam dike

Nêzî 300 Dayîkên Aştiyê ku ji 24 bajarên Tirkiyê û bakûrê kurdistanê hatin Enqerê û xwestin di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên berbiçav bên avêtin, piştî destpêkirina Nobeta Aştiyê ya li Parka Kurtuluşê, gihîştin Meclîsa Tirkiyeyê.

Çalakiya Dayîkên Aştiyê berdewam dike
3 mijdar, 2026   15:31
NAVENDA NÛÇEYNA 

Dayîkên Aştiyê ku ji bo daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, azadiya girtiyên siyasî û gavên berbiçav ên derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatin Enqereyê û dest bi çalakiya nobetê kirin, şeva xwe ya yekem li Parka Kurtuluşê ya bajarê Enqereyê derbas kirin.

Dayîkên ku tevahiya şevê bi stran, tilîliyan û govendên gelêrî nobet girtin, ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş, serê sibê ber bi baregeha Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) ve çûn.

Piştre dayîk hatin Meclîsê da ku bi partiyên siyasî re hevdîtin bikin.

Heyeta Dayikên Aştiyê ku ji Peyruze Kurt, Adalet Çay û Hîdayet Demîr pêk dihat bi Wezîrê Dadê re li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gavên pêwist hevdîtin kir. Dayikan daxwazên xwe yên hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan û berdana girtiyên siyasî û gavên pêwist ên pêvajoyê ji Akin Gurlek re vegotin.

Dayikên Aştiyê li Koma MHPê bi Serokwekîla MHPê Fîlîz Kiliç re hevdîtin pêk anî û daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman.

 Dayikên Aştiyê ku ji Nuran Seçkîn, Emîne Eren, Afife Kartal û Meryem Korkmaz pêk tê, serdana Koma Yenî Yolê kir.

Serdana Dayikên Aştiyê ya partiyên siyasî berdewam didomin.