HRE: Li Efrînê leşkerek  û 2 çete hatin kuştin

HRE’yê daxuyand ku duh li Efrînê li dijî benda kontrolê ya artêşa Tirk û çeteyên wê çalakiyeke sabotajê li dar xistine û di encamê de leşkerekî artêşa Tirk û 2 çete hatine kuştin, her wiha 2 çete jî birîndar bûne.

HRE: Li Efrînê leşkerek  û 2 çete hatin kuştin
8 adar, 2019   10:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan duh li gundê Tirindê yê navenda Efrînê li dijî bendeke kontrolê ya artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye û di çalakiyê de leşkerek û 2 çete hatine kuştin. Her wiha di çalakiyê de 2 çeteyên koma bi navê Firqet El-Hemzat jî birîndar bûne.

Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

 “Di çarçoveya çalakiyên şervanên me yên ku li dijî leşker û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û derdora wê bi cih bûne tên lidar xistin de;

7’ê Adarê şervanên me li dijî benda kontrolê ya Tirindê ya bi ser navenda Efrînê ve ku leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker lê cih digirin, çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de leşkerek û 2 çete hatin kuştin, 2 çeteyên girêdayî koma Firqet El-Hemzat birîndar bûn. Her wiha beşeke mezin a benda kontrolê hat bêbandorkirin.”

ANHA