Dayikên Aştiyê li Enqereyê dest bi Nobeta Aştiyê kir

Ji 24 bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê Dayikên Aştiyê li Enqereyê dest bi çalakiya Nobeta Aştiyê kir. Çalakî dê heyanî sibê bidome.

Dayikên Aştiyê li Enqereyê dest bi Nobeta Aştiyê kir
2 mijdar, 2026   12:01
 NAVENDA NÛÇEYAN

Dayikên Aştiyê yên 24 bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê duh berê xwe da Enqereyê û îro dest bi çalakiya xwe ya Nobeta Aştiyê kir.

Dayika Aştiyê Hava Kiran a tev li çalakiya Nobeta Aştiyê bûye, got: “Em li bin çadira Nobeta Aştiyê ne. Sibe jî em ê li meclisê tev li komcivîna partiyên siyasî bibin. Li ser navê Dayikên Aştiyê dê dayikeke aştiyê biaxive.”

Dayika Aştiyê Hava Kiran di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em ê ji bo statoya Rêber Apo, rewşa girtiyan û binpêkirinên mafên girtiyan û pêşî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bê vekirin, di meclisê de biaxivin.”

Her wiha anî ziman ku wa ji bo aştî û aramî li Rojhilata Navîn çêbe, dest bi çalakiya xwe kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayikên Aştiyê dê wek mertalên zindî xwe bidin pêşiya mirinê û bi daîmî têkoşîna xwe ji bo aştiyê bidomînin.”

Dayika Aştiyê Hava Kiran wiha dawî li gotinên xwe anî: “Heyanî em sax in û dilopeke xwîn di canê me de hebe, em ê ji bo aştiyê tê bikoşin. Bila statuyê bidin Rêbertî, girtiyên siyasî azad bibin û em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin.”

(np)

ANHA