Di Cotmehê de hêzên Îsraîlê 182 caran derbasî başûrê Sûriyeyê bûn

Hêzên Îsraîlê di meha Cotmehê de 182 caran derbasî başûrê Sûriyeyê bûn. Di encamê de 2 kes hatin kuştin, 2 kes birîndar bûn û 27 kes hatin girtin.

Di Cotmehê de hêzên Îsraîlê 182 caran derbasî başûrê Sûriyeyê bûn
3 mijdar, 2026   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Di meha Cotmehê de tevgera hêzên artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê, bi taybet li parêzgehên Quneytra û Derayê berdewam kir.

Dewriyeyên hêzên Îsraîlê bi ser malan de girt, şêniyên herêmê girtin, sivîl û zeviyên çandiniyê gulebaran kirin.

Li gorî daneyên ajansa me kom kirine, di Cotmehê de hêzên Îsraîlê 182 caran derbasî deverên Dera û Quneytrayê bûn û gihaştin gundewarên rojavayê Şamê jî.

Li parêzgeha Quneytrayê hêzên Îsraîlê derbasî El Himêdiyê, Um El Izam, Um Batna, Eyn Zîwan, Til Kerûm, Ceba, Ecref, Terneca û El Semdaniyê bûn. Li rojavayê parêzgeha Derayê jî li derdora gundê Cumlê û herêma Hewid El Yermûk tevger kirin. Li gundewarên rojavayê Şamê û derdora Çiyayê El Şêx tevgera wan çêbû.

Her wiha di meha Cotmehê de kesek li Quneytrayê û yek jî li Derayê hat kuştin. 2 kes jî birîndar bûn û 27 sivîl jî hatin girtin.

(np)