‘Di 6 rojan de herî kêm 25 kes hatine darvekirin’

Li gor daxuyaniya kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinê re Na’ di nava şeş rojan de herî kêm 25 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Her wiha hat ragihandin dayîna cezayên darvekirinê ya ji bo girtiyên siyasî dewam dike.

‘Di 6 rojan de herî kêm 25 kes hatine darvekirin’
3 mijdar, 2026   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinê re Na ‘ ku li 66 girtîgehên Îranê di hefteya 145’an de dewam dike, bi daxuyaniyek ragihand, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di nava şeş rojan de herî kêm 25 kes hatine darvekirin. Her wiha dayîna cezayên darvekirinê ji bo girtiyên siyasî jî dewam dike.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku dadgehên rejîma Îranê cezayê darvekirinê li girtiyên bi navên; Şehab Zuhêdî, Omran Emanî, Emîn Pirdal, Arman Merefetî, Şayan Şekîbayî û Metîn Farinyan û gelek girtiyên din ên ku navên wan nehatine belavkirin, biriye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Ne gef û ne jî cezayê darvekirinê nikare dengê nerazîbûnê yê li dijî vî cezayê nemirovane bêdeng bikin. Em daxwaza betalkirina bilez a cezayê darvekirinê û rawestandina tam a hemû amrazên kuştinê li Îranê dikin.”

Hêjayî gotinê ye Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na di 9’ê Çileya 2023’yan de wek nerazîbûnek li dijî darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hat destpêkirin. Hemû rojên sêşeman beşdarvanên kampanyayê dikevin gireva birçîbûnê.