Lavrov: Di navbera me û Tirkiyê de têkildarî Kurdên Sûriyê tu lihevkirin nîn in

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov teqez kir tu peyman û lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê der barê Kurdên li Sûriyê de tune ye. Her wiha destnîşan kir ku operasyoneke leşkerî ya hevbeş a Îran, Rûsya û Tirkiyê li ser Sûriyê jî rû nade.

Lavrov: Di navbera me û Tirkiyê de têkildarî Kurdên Sûriyê tu lihevkirin nîn in
24 sibat, 2019   07:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov destnîşan kir ku tu lihevkirin di navbera Rûsya û Tirkiyê de der barê rêxistinên kurdî yên li Sûriyê de ku terorîst in, tune ye.

Lavrov li gel televîzyona Vietnamê, televîzyona Çînê a navendî û Phoenixê beriya ku serdan Çîn û Vîetnamê bike, axivî û wiha got: “Tu nêrînên hevpar di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku Kurd  terorîst in, tune ye."

Têkildarî mijara rewşa Sûriyê û bi taybet rewşa Idlibê Lavrov wiha domand: "Giştî herêmên Sûriyê di agirbestê de ne lê tenê Idlib bi pirsgirêk e û pêwîst e opozîsyonên çekdar û terorîst ji hev bêne veqetandin."

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê teqez kir ku tu operasyoneke leşkerî yê hevbeş di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser axa Sûriyê tune ye.

(fr)