QSD‘ê li Baxozê bi hezaran sivîl derxistin deverên bi ewle

Tîmên Taybet ên QSD‘ê bi hezaran sivîl û malbatên çeteyan ji gundê Baxozê derxistin cihên bi ewle.

QSD‘ê li Baxozê bi hezaran sivîl derxistin deverên bi ewle
22 sibat, 2019   15:55

DIYAR EHMO – HOGIR NECAR – DÊRAZOR

Tîmên Taybet ên girêdayî QSD‘ê derxistina sivîlên ji gundê Baxozê ku çeteyan wan wekî mertalên zindî bi kar tînin, didomînin.

Ji fermandarên Pêngava Bagera Cizîrê Ednan Efrîn, diyar kir ku wan yekîneyên taybet ên pispor şandine gund ji bo ku sivîlan ber bi herêmên bi ewle derxînin. Her wiha teqez kir ku tîmên taybet îro bi hezaran sivîl û malbatên çeteyan ji herêmên di bin serweriya DAIŞ‘ê de derxînin.

Tîmên taybet ên QSD‘ê piştîşer li herêmê sivik bû, îro bi 36 konvoyan bi hezaran sivîl û malbatên çeteyan ji deverên di bin kontrola çeteyên DAIŞ‘ê derxistin herêmên bi ewle.

Çavkaniyekî taybet ji gundê Baxozê ji ajansa me re diyar kir ku hîna hejmareke mezin a sivîlan li herêma di bin serweriya çeteyan de hene.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê ragihandibûn ku tîmên taybet ên QSD‘ê beriya du rojan 3 hezar sivîl, di nav de malbatên çeteyan hebûn, rizgar kirin.

ANHA