Ciwanên Rojhilata Navîn banga serbestberdana girtiyên Şêladizê kirin

Delegên Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn daxwaz ji hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê kirin, bila kesên di serhildana Şêladizê girtin, serbest bêne berdan.

Ciwanên Rojhilata Navîn banga serbestberdana girtiyên Şêladizê kirin
22 sibat, 2019   16:16

KOBANÊ

Delegeyên ku tevlî duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bûne daxuyanî dan. Ciwanan bang li hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê kirin ku bila sivîl û rojnamevanên ku di serhildana Şêladizê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê de girtine, serbest berde.

Daxuyanî ji aliyê endamê Însyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn Kerwan Mehmûd ve hate xwendin.

Kerwan Mehmûd got: "Wekî ciwanên Rojhilata Navîn û beşdarvanên Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn ku li bajarê leheng bajarê berxwedanê Kobanê tên lidarxistin, wekî rêxistin û partiyên ciwanan em girtina rojnamevan û welatiyên ku li Şêladizê ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve şermezar dikin û jê re dibêjin ku astengiyên wê îsrara me ya ji bo pêkanîna armancên me zêde dike. Em bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku di demeke nêzîk de girtiyan serbest berde û ji xizmeta hikûmeta Erdogan derkeve."

Konferans niha bi hilbijartinan endamên meclisê didome û dê bi encamnameyê bi dawî bibe.

ANHA