Konferansa ciwanan: 17‘ê Kanûnê roja bîranîna El-Bû Ezîzî ye

Delegeyên Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn ku li bajarê Kobanê di roja xwe ya sêyemîn de didome, 17‘   ê Kanûnê, roja bîranîna ciwanê Tûnisê Mihemed El-Bû Ezîzî ku xwe şewitandibû, ragihandin û ji bo vê rojê banga çalakiyan kirin.

Konferansa ciwanan: 17‘ê Kanûnê roja bîranîna El-Bû Ezîzî ye
22 sibat, 2019   15:37

KOBANÊ

Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku li bajarê Kobanê tê lidarxistin di roja sêyemîn de bi dawî dibe.

Delgeyên konferansê piştî nîqaş û pêşniyaran biryar girtin. Ciwanan 17‘ê Kanûnê wekî roja bîranîna ciwanên Tûnisê şehîd Mihemed El-Ebû Ezîzî ku di sala 2010‘an de li dijî hikûmeta desthilatdar xwe şewitandibû ragihandin.

Delegeyan gotin, El-Bû Ezîzî li dijî desthilatdarên Rojhilata Navîn çirûska şoreşê vêxist û ji bo ciwanên şoreşger bû mişele. Her wiha bang hate kirin ku di vê rojê de her kes dakeve qadan û çalakiyan li dar bixin.

Tê payîn ku di dê çend saetên li pêş de encamnameya konferansê were eşkerekirin.

ANHA