ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.02.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.02.2019
22 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Beriya ku şehîd bikeve nameyek nîşaneya serkeftinê ji bavê xwe re dişîne, bi baweriya ku serkeftin dê para wan be li hember êrîşên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê di Berxwedana Serdemê de têkoşîneke bêhempa nîşan da. (BI WÊNE).

- Şêx û rûspiyên êlên Reqayê gotin bi ragihandina QSD`ê bidawîbûna DAIŞ`ê re dê ji tevahiya cîhanê re serkeftinek be. Her wiha teqez kirin ku gelê Sûriyê ji hev nayê parçekirin û ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ew bi diyalogên Sûrî-Sûrî re ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-3 şervanên QSD‘ê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibûn girtin, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li Baxozê hatin rizgarkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermandarê Pêngava Şerê Tinekirina Terorê Ednan Efrîn gotegotin derbarê radestkirina 150 çeteyên DAIŞ‘ê ji artêşa Iraqê re derewand û teqez kir ku teqîna li Şihêl rû dabû armanc jê astengkirina pêşketinên li Baxozê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Meclisa Zagonsaz a Meclisa Sivîl a Reqayê teqez kirin ku amadekirina destûra Sûriyê bêyî nûnertiya tevahiya pêkhetayên gelê Sûriyê ne pêkane û nabe pêkhateyek were dûrxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku Ocalan gelê Kurd ji xewê şiyar kir û destnîşan kirin ku komploya navneteweyî der heqê Ocalan de fikrê azad û tevahiya gelên bindest kirin hedef û gotin her zarek nû tê dinê navê Ocalan bang dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Êzidî destnîşan kirin ku ew bi YPJ`ê ku bi sedan jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine serbilind in. Her wiha diyar kir ku DAIŞ`ê berdewama fikrê Osmanî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn ku li bajarê Kobanê tê lidarxistin, di roja sêyemîn de didome, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Ciwanan a navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê bi beşdarbûna 20 tîmên herêmî turoveyeke fotbulê bi navê "Berxwedana girtîgehan" li bajarokê Maşûq dest pê dike, turove dê hefteyekê dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hejmara koçber û penaberên Kampa  Holê niha zêdetirî 43 hezar in, di nav de 31 hezar koçberên Sûriyê yên ku ji herêma Hecîn rojhilatê parêzgeha Dêrazorê koçber bûne. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi derfetên xwe yên kêm hewl dide pêdiviyên niştecihên kampê peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Akademiyên Civaka Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belvkirina demokrasî û biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyên herêmê de armanc dike. Her wiha hewl dide fikrê tundraw ku di dema çeteyan de hatibû belavkirin ji holê rake. Akademiya Şehîd Rêzan Qamişlo ya li navçeya Til Hemîsê îsbata vê yekê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Silûkê di sala derbasbûyî de gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn û ji bo demên pêş de hêvî dike projeyên cihereng bîne cih. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA