Di çalakiyên li ser sînorê Xezayê de 6 kes birîndar  bûn

Hêzên Îsraîlê mudaxeleya çalakiyên Filistîniyan ên li ser sînorê Xezayê kirin. 6 Filistînî birîndar bûn, rewşa 2 birîndaran giran e.

Di çalakiyên li ser sînorê Xezayê de 6 kes birîndar  bûn
21 sibat, 2019   20:27

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bi daxuyaniyekî ku kopyayek jê ketî destê me ajansa me diyar kir ku 6 Filistînî bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn, rewşa zarok û ciwanekî giran e.

Nûçegihanê me diyar kir ku aloziya li ser sînor roj bi roj zêdetir dibe, nemze piştî têkçûna lihevkirina agirbesta di navbera Xeza û Îsraîlê de.

ANHA