Dilpak; şopdarê xeta şehîdan e

Beriya ku şehîd bikeve nameyek nîşaneya serkeftinê ji bavê xwe re dişîne, bi baweriya ku serkeftin dê para wan be li hember êrîşên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê di Berxwedana Serdemê de têkoşîneke bêhempa nîşan da.

Dilpak; şopdarê xeta şehîdan e
Dilpak; şopdarê xeta şehîdan e
Dilpak; şopdarê xeta şehîdan e
Dilpak; şopdarê xeta şehîdan e
Dilpak; şopdarê xeta şehîdan e
Dilpak; şopdarê xeta şehîdan e
Dilpak; şopdarê xeta şehîdan e
Dilpak; şopdarê xeta şehîdan e
Dilpak; şopdarê xeta şehîdan e
22 sibat, 2019   05:20

CAFER CAFO-XANDÎ ELO / EFRÎN

Behcet Seydo bi nasnav Dilpak Xemgîn, yek ji kesên ku li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê yên di dawiya 2018`an de berxwedanek bêhempa li hember afirandin e.

Di 20`ê Çileya 2018`an de artêşa Tirk a dagirker tevlî hezaran çeteyan êrîşî Efrînê kirin. Lê Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bi desteka şêniyan li hember êrîşan sekinîn û heya 58 rojan li ber xwe dan û destanên lehengiyê ku mîna wê rû nedane nivîsandin.

Navê apê xwe rakir

Behcet li bajarê Efrînê di sala 1998`an de ji dayik dibe. Ew ji şêniyên gundê Bircikê yê girêdayî herêma Cindirêsê ye û kurê mezin ê malbata ku ji 2 xwişkan û 5 birayan pêk tê ye. Malbata wî di salên 80‘î de tevgera rizgariya Kurdistanê nas dikin. Apê wî Dilpak yek ji têkoşerên tevgerê bû û di sala 1993`yan de şehîd bûye, Behcet jî navê apê xwe yê şehîd radike û dide ser şopa wî.

Ji kesên destpêkê ye ku tev li şoreşê bû

Behcet di xwendina xwe de serkeftî bû û hertim pileyên yekemîntiyê digirtin û heya refa 9 dixwîne û pileyên zor baş kom dike. Di nav hevalên û mamosteyên xwe de dihat hezkirin. Behcet amadekariyê berdewamkirina xwendina xwe dikir dema Şoreşa Rojava destpê dike. Ji ber wê erka parastina welat digire ser xwe û kesên yekemîn ku tev li Hêzên Asayîşê dibe. Di nav hêzê de salek û nîv dimîne, piştre tev li Hêzên Taybet dibe. Li gorî gotinên rêhevalên wî, Behcet bi awayekî baş bê teredud erka xwe pêk dianî.

Şênî erka parastina Efrînê wek erkek neteweyî girtin ser xwe

Efrînê beriya dagirkirinê di nav ewlehiyê û aştiyê de bû. Demokrasî û wekhevî di navbera pêkhatiyên herêmê de belav bibû. Lê Tirkiyê xwest wê aştiyê û azadiyê têk bibe. Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriya Tirk re di 20`ê Çileya 2018`an de şêniyên Kantona Efrînê erka xwe ya neteweyî û parastina Efrînê pêk anîn. Behcet yek ji şervanên ku Efrînê parastine û ji bo wê şehîd ketineye. Şervanekî Hêzên Asayîşê ya Taybet (HAT) bû û cihê xwe di eniyên pêşîn de girt.

Beriya ku şehîd bikeve nameya serkeftinê ji bavê xwe re dişîne

Piştî destpêkirina êrîşan, Hêzên Taybet rolek girîng di eniyên pêşîn ên şer de lîstin. Dilpak di eniyên Bilbilê, Racoyê û tevahiya herêmên ku şerên dijwar lê rû didin de cih digire. Rojekê bavê wî pê re diaxive û pirsa rewşê dike, Dilpak jê re dibêje ku rewş dijwar lê moral bilind e û metirsî li ser wan tune ye.

Piştî wê bi çend rojan di 27ê` Çileya 2018`an de Dilpak bi rêya whatsappê nameyekê ji bavê xwe re dişîne û tê de nîşaneya serkeftinê rêdike. Dilpak wê rojê li gundê Mamala dema ew hevalên xwe ji operasyonekê vedigerin balafirên artêşa Tirk wan dike hedef û ew şehîd dikeve.

Ciwanek xwedî exlaq

Bavê Behct, Niyazî Seydo deteyên jiyana kurê xwe Behcet wiha vegotin: "Behcete ji biçûkahiya xwe ve xwedî exlaq bû. Li dibistanê jêhatî bû û di nav heval û mamosteyên xwe de dihat hezkirin. Piştî d Şoreşa Rojava destpê kir û di dema ku amadekariyên berdewamkirina xwendina xwe dikir,  Behcet dev ji xwendinê berda û enerjiya xwe kir xizmeta şoreşê. Behcet tev li Hêzên Asayîşê bû û di nav de salek û nîv ma. Piştî wê tev li Hêzên Taybet bû, li gorî ku hevalên wî digotin, Behcet baş bê teredud bi erkên xwe radibû.

De min agahiya şehadeta wî bihîst ez di studyo de bû û me amadekariyên stranek girêdayî berxwedan dikir."

Niyazî kêliyên bihîstina agahiya şehateda kurê xwe wiha vegotin: "Ez serbilind û xemgîn bûm. Wek hurnermendekî ez bi erka xwe rabûm. Wek Tevgera Çand û Hunerê me Odeya Hunermendan ava kir da ku stranên berxwedanê û têkoşînê bihûnînin. Yanî me bi çand û hunera xwe şerê artêşa Tirk a dagirker dikir. Ez li studyo de bûm dema hevalek bi navê Delîl hat û ji min re got ku rewşa Dilpak ne base, min jê pirs kir ma Dilpak birîndar bûye an şehîd ketiye, wê demê çavên wî tijî rûndik bûn. Wê demê min zanî ku Dilpak şehîd ketiye. Ez û malbata xwe bi şehadeta kurê xwe serbilind in ew şehîd gel tevahî ye."

Di merasîma wî de bavê wî li stra

Niyazî gotinên xwe bi soza şopandina rêya şehîdan bi dawî kir û wiha got: "Di merasîma oxirkirina Dilpak de di 29`ê Çileyê de diviyabû ku em berteke nîşan dagirkeriyê bidin, berteka berxwedan û têkoşînê. Min strana ku berê me li ser şehîd û destanên wan hûnandibû stra. Li vir li Şehabyê ruxmî astengiyan û azaran em ê şopdarên şehîdan bin, ji ber ku em hêza xwe ji wan digirin.

(şx)

ANHA