‘Divê dewletên Ewropayê xwedî li welatiyên xwe yên DAIŞ`î derkevin’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya Buroya Têkiliyên Derve careke din bang li dewletên Ewropayê kir ku di wergirtina çeteyên biyanî ku li gel QSD`ê girtî ne, lez bikin û bi berpirsyariya li hemberî welatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de rabin.

‘Divê dewletên Ewropayê xwedî li welatiyên xwe yên DAIŞ`î derkevin’
20 sibat, 2019   10:59

SILAVA EBDILREHMAN – RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO

QSD`ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran bang li dewletên Ewropayê kir ku şêniyên xwe ku tev li çeteyên DAIŞ`ê bûne û li gel QSD`ê girtî ne, wergirin. Her wiha Amerîkayê jî bang li Brîtanya, Fransa, Almanya û gelek dewletên Ewropayê kir ku DAIŞ`iyên xwe yên li gel QSD`ê girtî wergirin, lê wan dewletan ev yek red kir.

Der barê mijarê de cîgirê hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Fener El-Kiyîd wiha got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, çete bi aliyê Tirkiyê re derbasî axa Sûriyê bûn û bi dirêjbûna temenê aloziya Sûriyê hejmara wan zêde bû. Lê QSD`ê dikaribû bi sedan çeteyên DAIŞ`ê di êrîşên wan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bigire û bi nêzîkbûna têkçûna DAIŞ`ê ev hejmar zêde dibe."

Fener El-Kiyîd bi lêv kir ku ji bilî DAIŞ`yên girtî, zêdetirî hezar jin û hezar 500 zarokên ji malbatên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û hejmar her ku diçe zêde dibe, ew ji 46 dewletan in.

El-Kiyîd da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya çend mehan bang li dewletên ku welatiyên wan tev li DAIŞ`ê bûne kir ku bi erka xwe ya mirovî û exlaqî li hember sivîlên xwe rabin û wiha got: "Lê mixabin gelek dewletan ev banga rêveberiyê erê nekir, lê tenê Rûsya, Sûdan û Kazaxistanê hin sivîlên xwe wergirtin."

El-Kiyîd destnîşan kir ku derfetên rêveberiyê pir kêm in û rastî gefên Tirkiyê û yên din tê û wiha domand: "Ji ber vê yekê em bang li dewletan dikin ku di zûtirîn demê de şêniyên xwe wergirin. Divê dadgeheke taybet a di bin sîwana navdewletî de were avakirin da ku van çeteyan darizîne.”

Gelek çete xwe radestî QSD`ê dikin

Fener El-Kiyîd diyar kir ku gelek dewletên Ewropayê bi rêya têkiliyên dîplomasî û têkiliyên wan bi rêxistinan re soz dan ku dadgeheke navneteweyî ji bo çeteyan were avakirin û wiha got: "Mixabin heta niha tedbîrên biçûk tên girtin, em hêvî dikin ku di zûtirîn demê de ev dewlet dosyayan bi dawî bikin, ji ber ku ev xetere ne tenê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike, ew li ser dewletên cîran û cîhanî jî çêdike, ev çete hatine perwerdekirin û dikarin her tiştî bikin, hin ji wan reviyan Ewropayê.”

El-Kiyîd diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê girtî niha di zîndanan de ne, malbatên wan ji jin û zarokan li kampan in, Rêveberî bi erka xwe ya mirovî hemberî zarok û jinan radibe. Fener wiha got: "Bi awayekî diplomasî bi rêya rêxistinan em zextê li wan dewletan dikin da ku bi erka xwe rabe ji ber tu rêyên din li pêşiya me tune û hejmar her diçe mezin dibe. Çete xwe radestî QSD`ê dikin ji ber dizanin ku rêveberiya xweser li gorî zagonên mirovî bi wan re didin û distînin.”

Cîgirê hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Fener El-Kiyîd careke din bang li dewletên Ewropa kir ku welatiyên xwe yên di nav çeteyên DAIŞ`ê de wergirin û li gorî zagonên navneteweyî wan darizînin.

(jo)

ANHA