Malbatên şehîdan: Keda şêhîdên me vala neçû

Malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê diyar kiri ku ew ji bo bidawîkirina dagirkeriya DAIŞ’ê kêfxweş in û wiha got: “Ked û têkoşîna zarokên me vala neçû.”

Malbatên şehîdan: Keda şêhîdên me vala neçû
20 sibat, 2019   10:52

ŞIHAB EL-EHMED/QAMIŞLO

QSD’ê di vê hefteyê de ragihand ku wê di nêztirîn demö de mizgîniya bidawîbûna dagirkeriya DAIŞ’ê bidin tevahiya cîhanê. Daxuyaniya QSD’ê bi taybet malbatên kesên li dijî DAIŞ’ê şer kirin û şehîd bûn, hemû cîhan keyfxweş kir.

Bavê Şehîd Nayif El- Nayif, Mihemed Nayif ji gundê Silmasê yê navçeya Til Hemîs a herêma  Cizîrê ye. Mihemed Nayif têkoşîna QSD’ê silav kir û wiha got: “Kurê min li Reqayê şerê DAIŞ`ê kir û li wir birîndar bû. Heya 3 mehan di Nexweşxaneya Şehîd Sarya li Hesekê de hate dermankirin. Piştî ku ji naxweşxaneyê derket, piştî 6 mehan dîsa tev li şer bû. Kurê min di teqîna mayineke DAIŞ’ê de şehîd bû.”

Divê em li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hişyar bin

Mihemed Nayif tekez kir ku QSD’ê çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve tune kirin û wiha got: “Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hîn jî li herêmê mane. Divê her şêniyek li dijî wan hişyar be. Ji ber ku şaneyên veşartî ji hebûna leşkerî xetertir in. Ev şane wekî marên ku bi şev derdikevin. Em ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêvî dikin ku ji QSD`ê re bibin hevkar û şaneyên veşartî ji holê hilînin.”

Etallah El-Hisên û Sozan Ebû Ezam dê û bavên şehîd Darî El-Hisên bi nasnav Şoreş jî wiha got: “Dagirkeriya DAIŞ’ê bi keda zarokên wan bi dawî bû. Zarokên me ji bo parastina welat û şerefê têkoşîn kirin. Em bi wan serbilind in.”

Şehîd Mehmûd Zenbûr di pêngava rizgarkirina Tebqayê de şehîd bûye. Hevjîna wî Intîsar Ebas diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê welat wêran kir û wiha got: “Hevjînê min li rex hevalên xwe şerê çeteyên DAIŞ`ê kir û bajar rizgar kirin. Hevjînê min di êrîşên çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bû.”

Intîsar keyfxweşiya xwe ya ji bo bidawîbûna dagirkeriya DAIŞ’ê nîşan da û wiha got: “Keda şehîdên me vala neçû.”

(şx/bm)

ANHA