‘Divê civaka navneteweyî li beramberî gelê ku teror têk bir, bi erka xwe rabe’

Siyasetmedarên Ereb diyar kir ku bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, DAIŞ têk çû û QSD`ê li şûna cîhanê şer kir û divê ji ber vê yekê civaka navneteweyî erka xwe li beramberî wê pêk bîne.

‘Divê civaka navneteweyî li beramberî gelê ku teror têk bir, bi erka xwe rabe’
18 sibat, 2019   08:46

KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Pêngava Bagera Cizîrê di rojên xwe yên dawîn de dewam dike. QSD`ê di 16`ê Sibatê de ragihand ku hêzên wan çeteyên DAIŞ`ê di cihekî biçûk bi dirêjiya 700 heta 600 metre çargoşe li Hecînê de dorpêç kirine. Der barê mijarê de siyasetmedarên Ereb li navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku ev serkeftin serkeftineke mezin e û cîhan li benda wê bû.

Endamê Rêveberiya Partiya Nûjen û Demokratîk Îbrahîm El-Selac axivî û wiha got: "Ev mizgîniyeke pir xweş e û destkeftiyeke mezin e, ji ber ku wê terorê gef li hemû mirovahiyê dixwarin û hemû gelên li ser vê axê bi rêya terora xwe tirsandin."

 ‘Divê bi ramanên demokraîk bersiva ramanên radîkal bidin’

Îbrahîm El-Selac diyar kir ku di rojên pêşîn de dê QSD serkeftina leşkerî li dijî  çeteyên DAIŞ`ê ragihîne, lê DAIŞ dê hîna fikrên radîkal ên terorî dewam bike û wiha domand: "Divê em hemû gel û pêkhateyên herêmê bi fikrên demokratîk û azad li hember vê fikra terorê derkevin."

Selac teqez kir ku divê hemû gel baweriyê di nava xwe ava bikin û projeya neteweya demokratîk himbêz bikin, ji ber ev proje armanc dike ku herêm ji dagirkeriyê xelas bibe û sîstemeke azad û demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bibe.

‘Bi hevgirtina pêkhatyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, DAIŞ têk çû’

Her wiha endamê Rêveberiya Heyet El-Wetaniyê El-Erebiyê Mihemed El-Mihemed axivî û destnîşan kir ku lehengiya ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî rêxistinên terorîst ji Dêrikê heta Tirbespiyê û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herî dawî li Dêrazorê pêk anîn, bi awayekî serkeftî pêk hatin û DAIŞ têk bir. Ev yek jî bi saya hevgirtina hemû pêkhateyan Kurd, Ereb û Suryan pêk hat.

El-Mihemed bang li hemû gelên herêmê kir ku li kêleka hev bisekinin û sîstemeke demokratîk ava bikin û dûrî hevpeymanên ji derve bikevin û wiha domand: "Keç û xortên vê  herêmê bi xwîna xwe herêm rizgar kirin, mafê me li ser vê axê heye, ji ber ku me parastina wê kir û şehîd dan."

‘QSD`ê li şûna cîhanê şer kir’

Ednan Izo endamê Rêveberiya Partiya El-Muhafizîn a Demokratîk da zanîn ku QSD`ê li şûna cîhanê hemûyê li dijî terorê şer kir û wiha domand: "Dorpêça DAIŞ`ê li Dêrazorê serkeftina herî mezin e, hemû cîhanê berxwedana vî gelî ku li pêşiya terorê rawestiya, dît".

Ednan Izo teqez kir ku divê hemû kes parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan pêk hatin, bikin û wiha got: "Şehîdên me parastina herêmê kir, divê em jî dilsozê wan bin û hevgirtina xwe xurt bikin û nehêlin destwerdanên ji derve li ser herêmên me çêbin, divê civaka navneteweyî bi erka xwe li beramberî gelê ku teror têk bir, pêk bîne."

(jo)

ANHA