Li Xezayê 19 filistînî û leşkerekî Îsraîlê birîndar bûn

Şevê din artêşa Îsraîlê êrîşî çalakiya şevê ya li nêzî sînorê di navbera Xeza û xaka di bin serweriya Îsraîlê de kir û di encama wê de 19 filistînî birîndar bûn û leşkerekî Îsraîlê di encama teqîna bombeyeke destan de ku yek ji çalageran avêt, bi sivikî birîndar bû.

Li Xezayê 19 filistînî û leşkerekî Îsraîlê birîndar bûn
18 sibat, 2019   08:15

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê diyar kir ku di encama êrîşên artêşa Îsraîlê li dijî çalakiyên şevê de, 19 filistînî birîndar bûn. Her wiha got rewşa hinekan ji wan giran e û piraniya birîndarên ku gihîştine nexweşxaneyan, rewşa wan sivik e.

Girêdayî mijarê artêşa Îsraîlê şevê din bi daxuyaniyekê ragihand ku leşkerekî Îsraîlê di encama avêtina bombeya destan de birîndar bûye.

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Îsraîlê gule bi awayekî zêde û gaza jehrî ber bi çalakvanên şevê ve avêtin û di encama wê de gelek kesan bêhna wan çikiya.

Her wiha artêşa Îsraîlê bersiva êrîşan da û êrîşî navendên komên Filistînê yên li bakurê Xezayê kir.

(bx)

ANHA