PYD`ê têkoşer Osman Dadalî bi bîr anî

Partiya Yekitiya Demokratîk têkoşer Osman Dadalî di salvegera şehîdxistina wî de bi daxuyaniyekê bi bîr anî û soz da ku ew ê rêya wî di pêkanîna biratiya gelan û jiyana hevbeş di Sûriyeyeke demokratîk û pirreng de bişopînin.

PYD`ê têkoşer Osman Dadalî bi bîr anî
18 sibat, 2019   08:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên rejîma Sûriyê di 27`ê Mijdara 2007`an de, endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Osman Hecî Silêman (Osman Dadalî) ji mala wî binçav kir û ji aliyê îstîxbarata rejîma Baasê ve gelekî hate îşkencekirin. Di 18`ê Sibata sala 2008`an de têkoşer Osman Dadalî ji ber îşkenceyê li Nexweşxaneya Helebê şehîd bû.

Di salvegera 11`mîn a şahadeta wî de, Meclisa Giştî ya PYD`ê têkoşer Osman Dadalî bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 18`ê Sibata 2008`an de mamoste Osman Hecî Silêman (Osman Dadalî) di encama girtina wî û îşkencekirina wî di zindanên îstîxbarata rejîma Baasê de li Helebê şehîd bû.

Mamoste Osman Dadalî kurê baş ji bo gelê Sûriyê ye ji hemû pêkhateyên wê ji Kurd û Ereban re, êşa gel hîs dikir, mamostetî li bejahiya bakurê Sûriyê dikir. Ev jî bû firsend ku rastiya pêkhateyên Sûriyê bibîne, dema ku atmosfereke demokratîk di destpêka salên 90`î de çêbû, gel ew hilbijart ku bibe nûnerê meclisa gel, ev jî bû firsendek ku bêhtir xizmeta gel bike. Bi gelê xwe re dilsoz bû, lê li ser destê xwînmijên rejîma zordest şehîd bû.

Mamoste Osman yek ji damezirînerên partiya me ye, hemû jiyana xwe xist nava berjewendiyên civakê, ji ber ku ji gelê xwe hez dikir, ji hemû gelan ji Kurd, Ereb, Tirkmen û Çerkez. Di xwezaya desthilatdaran de ku kesayetên mîna wî dijminê xwe bibîne, ji ber wî yekbûna pêkhateyan dixwest û desthilatdar vê yekê red dikin, ji ber vê yekê mamoste Osman Dadalî bû armanca îstîxbarata rejîma Baasê û heta dawiyê li ser destê wan şehîd bû.

Em wek PYD di salvegera 11`mîn a şahadeta hevrêyê me mamoste Osman Dadalî de soza xwe ji wî re û hemû şehîdan re nû dikin ku em ê dilsozên wî bin û rêya wî bişopînin û xeyalên wan ku ji bo wê şehîd bûn û biratiya gelan û jiyana hevbeş li Sûriyeke demokratîk û pirreng pêk bînin."

(jo)

ANHA