Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê behreyên hunermendên gelêrî pêş dixe

Ji şerên ku li herêmê rû dane û hişmendiya çeteyan, bi taybet a DAIŞ`ê ku stran qedexe kiribûn, hunermendên gelêrî û kesên xwedî şarezahî di vî warî de dev ji hunera xwe berdan, ji hunerê û vejandina çandan bê par man.

Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê behreyên hunermendên gelêrî pêş dixe
Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê behreyên hunermendên gelêrî pêş dixe
Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê behreyên hunermendên gelêrî pêş dixe
18 sibat, 2019   08:05

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Di 22`yê Cotmeha 2018`an de, Mîhrîcana Stranan a Yekemîn li bajarê Minbicê hate lidarxistin. Di mîhrîcanê de cihek taybet ji hunermendên gelêrî yên xwedî şarezahî û dengên zîz hate veqetandin. Niha Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê wan hunermendan perwerde dike da ku şarezahiyên wan xurt bike.

Di nav bajarê Minbicê de gelek hunermendên gelêrî ku bi awayekî rast stranên gelêrî distrên hene. Lê di encama şerên ku li bajêr rû dane û serweriya komên çete de, di nav de DAIŞ jî, hunermendan dev ji pîşe û behreyên xwe berda, ji ber ku di şerîeta DAIŞ`ê de stran qedexe bûn.

Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji komên çeteyan ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve û bi vegera gelek hunermendan, ji nû ve giyanê hunera gelêrî vegerî bajêr. Bi vekirina Navenda Çand û Hunerê re hunermendên bajêr teşwîq bûn ku behreyên xwe yên hunerî bi pêş bixin.

Îro 15 hunermendên ku di Mîhrîcana Stranan a Yekemîn de hatine veqetandin, di dewreyên perwerdeyê re derbas dibin. Çavdêrek pisporê kar û barên huner û muzîkê waneyan dide. Perwerde hefteyê 2 caran di saetên êvarê de tê dayîn.

Di dewreyan de hunermend li ser hîmên rîtm, nîşaneyên muzîkê, solfêj, fêrbûna şêwaza stranê bi rîtmê re, pêkanîna wê bi awayekî rast û li ser veqetandina tebeqeya rasta deng li gorî stranê têne perwerdekirin.

Di dema perwerdeyê de hunermendên navendê tev li gelek mîhrîcanan bûne, wekî Mîhrîcana Ciwanan ku li Kobanê li dar ketiye. Mîhrîcana Ciwanan a Tebqayê û li Minbicê hunermend tev li çalakiyên protestoyî bûne bi taybat ên ku di van demên dawîn de ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Minbicê li dar ketine.

Girêdayî mijarê çavdêrê xebatên perwerdeyê Mezlûm Mihemed Elî yê ji şêniyên Minbicê ji ajansa me re axivî. Mezlûm Mihemed Elî destnîşan kir ku Navenda Çand û Hunerê bi vê gavê hewl dide behreyên hunermendan bi pêş bixe û hunera gelêrî ya resen a Minbicê careke din vejîne.

Mezlûm Mihemed Elî diyar kir ku perwerdekar sûdê ji dewreyan digirin û ji bo pêşxistina xwe wek derfetekê tê hesibandin. Elî destnîşan kir ku hunermendên ku tev li dewreyan bûne tev li gelek çalakiyan û boneyan li Minbicê û herêma Firatê dibin û asta wan baş e û dikarin li gorî rîtmê û qanûnên muzîkê bistrên.

Di dawiyê de Mezlûm Mihemed Elî destnîşan kir ku dewreyên wan heya ku hemû hunermend di vî warî de bibin pispor, dê bidomin.

(şx)

ANHA