Meclisa Reqayê têkildarî bûyera êrîşa li Rîm El-Salih daxuyaniyek da

Buroya Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku hevkara wan Rîm El-Salih ji aliyên kesên nenas ve rastî lêkdanê hatiye û bûyer şermezar kir.

Meclisa Reqayê têkildarî bûyera êrîşa li Rîm El-Salih daxuyaniyek da
18 sibat, 2019   08:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 14`ê Sibatê kesên nenas ketin mala xebatkara rêxistina "Miwatinûn" ya alîkariyên mirovî Rîm El-Salih ya li bajarê Reqayê û bi lêdanê birîndar kirin.

Meclisa Sivîl a Reqayê li ser malpera xwe got armanca kiryarên mîna vê, têkbirina ewlehiyê ye, her wiha tekez kir ku hêzên ewlehiyê dê li van koman bigerin.

Buroya Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku rêxistina Rîm El-Salih di nav de dixebite, rêxistineke mirovî ye û tu çalakiyên siyasî nake.

Buroyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku armanca kesên êrîşkar dizî bû û wiha hate gotin: "Em vê kiryarê şermezar dikin, gelek hevkarên me rastî metirsiyan tên, rêxsitinên mirovî heta niha gelek astengî kişandine û şehîd jî dane."

(kn)

ANHA