Jinên Cidêdatê ji bo azadiya xwe gavan diavêjin

Mala Jinan a herêma Cidêdat di demeke kin de bi rêya danasînê, hêza jinan û rola wan di nava civakê de xurttir kirin.

Jinên Cidêdatê ji bo azadiya xwe gavan diavêjin
Jinên Cidêdatê ji bo azadiya xwe gavan diavêjin
Jinên Cidêdatê ji bo azadiya xwe gavan diavêjin
18 sibat, 2019   07:54

RUBA EL-ELÎ / REQA

Mala Jinan a Reqayê, Mala Jinan a Herêma Cidêdat ku 22 km dikeve rojhilatê bajarê Reqayê, di 21`ê Çileya 2018`an de vekir.

Mala Jinan di nav demeke kin de karî gelek komîteyên xwe, di nav de yên lihevkirin, perwerde û parastinê, aktîf bike.

Bi armanca alîkariya jinan di tevahiya warên jiyanê de Mala Jinan 17 komînên jinan li herêmê ava kirin.

Di demek kin de Komîteya Lihevanînê 18 doz çareser kirin. Piraniya dozan girêdayî tundiya li dijî jinan û mafên jinan bûn. Dozên ku nehatin çareserkirin, ji Meclisa Jinan a Giştî re hatine veguhestin.

Ji aliyê xwe ve Komîteya Perwerdeyê daxwaznameyên jinên ku dixwazin fêrî xwendinê bibin, pêşwazî dike. Jinên herêmê di encama binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê de ji mafê xwendinê bê par man. Komîteya Perwerdeyê ji gelek jinan re dewreyên fêrbûna xwendin û nivîsandinê vekirin.

Endama rêveber a Mala Jinan a herêma Cidêdat Daliya Îbrahîm El-Xelîl destnîşan kir ku armanca wan pêşxistina jinan di tevahiya aliyên jiyanê de ye, bi taybet piştî ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de hatibûn paşguhkirin.

Daliya Îbrahîm bal kişand ser ku wan dewreyên ku jinan bi mafên wan di civakê de û rola wan ya pêşeng di tevahiya waran de pênase dikin, zêde kirine.

Di dawiyê de Daliya Îbrahîm destnîşan kir ku jinên herêmê bi awayekî baş serdana malê dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya QSD`ê Reqa û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bike, tu rêxistinek an jî saziyek têkildarî karûbarên jinan û dozên wan tune bûn. Lê piştî rizgarkirinê gelek saziyên girêdayî jinan hatine vekirin û bûn meqseda jinan da ku dozên xwe çareser bikin, xwe bi pêş bixin û di nav civakê de çalak bin.

(şx)

ANHA