ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.02.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.02.2019
18 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Kobanê yek ji damezrînerên PYD‘ê têkoşer Osman Dadelî  di salvegera şehadeta wî de bi bîr tînin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Minbicê cenazeyê şehîdên pêngava rizgarkirinê ku li gundan hatibûn veşartin, li Goristana Şehîdan tên veguhestin, saet 12:00 (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê bi merasîmekê li Kampa Serdemê nasnameyê 20 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di çend salên dawîn de beriya dagirkirinê, li Efrînê gelek pêşketin di warên hilberînê û xwetêrkirinê de ji madeyan û derxistina miqdara zêde ji herêmên Sûriyê re hatin bidestxistin. Lê piştî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê binesaziya aboriya Efrînê hilweşiya. Zirarên şêniyên Efrînê ji destpêka dagirkirinê ve bi 80 heya 100 milyon Eurohatin hesbkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Til Hemîsê diyar kirin ku bi yekitiya gelên Kurd û Ereb ewlehiya herêmê hat parastin û wiha gotin: “Yekbûna me DAIŞ têk bir û em piştgiriyê didin danûstandinên Sûrî-Sûrî.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê şaxê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Tebqayê Musena Ebdilkerîm diyar kir ku hemleya Bagera Cizîrê berdewama berxwedana Kobanê ye û her wiha tekez kir ku tunebûna DAIŞ`ê dê bibe destpêka çareseriya siyasî li Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên Ereb gotin, bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ‘ê têk çû û destnîşan kirin ku QSD‘ê li şûna tevahî cîhanê şer kir. Her wiha anîn ziman ku pêwîste civaka navdewleta erka xwe ya li beramberî wê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku bê nûnertiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji civînên wekî Soçiyê tu encam dernekave û got: “Nakokîyên kur di civîna Soçiyê de derketin pêş. Wê ev nakokî li hevkirinên di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de bi dawî bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Derhênerê sînemayê yê ji Misrê ku bi eslê xwe Kurd e Elî Bedirxan diyar kir ku divê Kurd der barê têkoşîn û dîroka Kurdan de gelek fîlmên sînemayê çêkin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di encama şerên ku li herêmê de rû dane û hişmendiya çeteyan bi taybet DAIŞ`ê ya ku stran qedexe kiribû, hunermendên gelêr û kesên xwedî şarze di vî warî de dev ji hunera xwe berdan, ji hunerê û vejînkirina çandan bêpar man. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Mala Jin a herêma Cidêdat di demek kin de ku du mehan derbas nake, ji bo xurtkirina rola jin di civakê de bi rêya nasandina wan bi karîn û rolên xwe xebatan dimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li kantona Şehbayê hejmara kesên bi nexweşxaneya laşmanyayê ketine zêde dibin. Ji aliyê xwe ve endama Tîma Laşmaniya ya Heyva Sor a Kurd destnîşan kir ku di peydakirina dermana pêwîst de zehmetiyan dikşînin û bang li rêxistinên mirovî kir ku bi erkên xwe rabin da ku pêşî li belavbûna nexweşiyê were girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA