ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-10-2026
20 cotmeh, 2026   02:00

Hêzên Tirkiyeyê yên li Serêkaniyê û gundewarên wê dest daniye ser malên koçberan û ew li ber vegera wan dibin asteng. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Jinên ji bajarên Girkê Legê û Dirbêsiyê êrişên li ser wêneyên şehîdan û sembolên kurdî şermezar kirin û ji hikumeta veguhêz xwest bi berpirsyariya xwe rabe û hesab ji êrişkaran bixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi salvegera rizgarkirina Reqayê re em balê dikişînin li ser tehdîta DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê; dibe ku ew sûdê ji pirsgirêkên civakî û ewlehiyê wergire û careke dîtir şaneyên xwe zindî bike.

Şêniyên Çilaxayê û gundewarên wê ji ber jêçûna gazê ji cerên gazê yên malê, kêmbûna giraniya wan û bihabûna wan gazincan dikin, daxwaza hene ji bo rêgirtina li ber metirsiyan rêkarên lezgîn werin pêkanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kongra Star ji bo bîranîna şehîd Bêrtîan civînan li bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li avahiya Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê aghenga îmzekirina pirtûka Dr. Berzo Mehmûd tê lidarxistin, saet 10.30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên bajarê Til Temirê bi daxwaza serbestberdana zarokên xwe yên li gel hikumeta veguhêz de hatine ragirtin çalakiyekê li ser rêya navneteweyî li dar dixin, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).