Li Efrînê du teqîn pêk hatin

Li kantona Efrînê vê êvarî du teqîn pêk hatin. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.

Li Efrînê du teqîn pêk hatin
17 sibat, 2019   19:09

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji Efrînê dane me, li navçeya Şerya ya Efrînê wesayîteke bombebarkirî bargeha fermandariya çeteyên koma  Sultan Murad a girêdayî dewleta Tirk kir hedef. Her wiha hate ragihandin li herêma Cindirêsê jî teqîneke bi rêya mayînekê pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene. Piştî teqînan erebeyên ambulansê yên artêşa Tirk a dagirker berê xwe dane cihê teqînan û kuştî û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Heta niha tu aliyî teqîn negirtiye ser xwe.

ANHA