Musena Ebdilkerîm: Têkçûna DAIŞ`ê dê bibe destpêka çareseriya siyasî

Serokê şaxê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Tebqayê Musena Ebdilkerîm diyar kir ku hemleya Bagera Cizîrê berdewama berxwedana Kobanê ye û her wiha tekez kir ku tunebûna DAIŞ`ê dê bibe destpêka çareseriya siyasî li Sûriyê.

Musena Ebdilkerîm: Têkçûna DAIŞ`ê dê bibe destpêka çareseriya siyasî
18 sibat, 2019   05:20

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Serokê şaxê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Tebqayê Musena Ebdilkerîm di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku têkçûna DAIŞ`ê li herêmê dê bibe destpêka hewldanên çareseriya siyasî li Sûriyê û wiha got: “Îro piştî ku dê rêxistina terorê tune bibe, ev tişt dê bibe destpêka hewldanên çareseriya dawîn a aloziya Sûriyê. Hemû aliyên herêmî û navdewletî digotin tu çare çênabe eger teror bi dawî nebe, va ye dê di pêvajoya Bagera Cizîrê de hemû axa welat rizgar dibe.”

Ebdilkerîm biratiya gelan û jiyana hevbeş a gelên herêmê bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ji berxwedana Kobanê heta ya rizgarkirina Minbicê û hemleya Xezeba Firatê, hemleya rizgarkirina Reqayê û herî dawiyê jî Bagera Cizîrê, bi hezaran gund û bajar ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatine rizgarkirin. Van hêzan hemû pêkhate di nava xwe hewandin, Kurd, Ereb û Suryanan li heman çeperê milên xwe dane hev û xwîna wan tev li axa welat bû, dê li şûna wan gulên aştiyê bibişkuvin û piştî tariyê roja azadiyê dê hilê.”

Tirkiye hewl dide di kêliyên dawiyê de DAIŞ`ê zindî bike

Ebdilkerîm bal kişand ser gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku Tirkiye hewl dide DAIŞ`ê zindî bike û wiha axivî: “Di demekê de ku DAIŞ li Dêrazorê di kêliyên xwe yên dawiyê de ye, Tirkiye jî li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê gefan dixwe. Ev hewldaneke têkçûyî ye, armanca wê barê şerên giran ên ser DAIŞ`ê sivik bike. Tirkiyê di dema êrîşa DAIŞ`ê ya li dijî Kobanê de jî heman helwest nîşan da, piştgirî û alîkariya wan kir û deriyên sînor ji wan re vekirin û ew li herêmên sînor parastin.”

Piştî têkçûna DAIŞ`ê divê hişmendiya wê jî bê tunekirin

Musena Ebdilkerîm di axaftina xwe de behsa pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ`ê kir û diyar kir ku tunekirina leşkerî bi tenê têrê nake, lê pêvajoyeke hîn girîngtir heye, ew jî tunekirina rayên raman û hişmendiyê ye ku DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî belav kiribû.

Ebdilkerîm wiha pê de çû: “DAIŞ di pêvajoya Bagera Cizîrê de dike tune bibe, lê metirsiya DAIŞ`ê dê dewam bike. Ew ê şaneyên xwe yên veşartî bilivîne û dê carê hewl bide aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.”

Di dawiya meha derbasbûyî de fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdê ji AFP`ê re diyar kiribû ku piştî rizgarkirina Reqayê DAIŞ`ê stratejiya xwe guhertiye û “wilayeta leşkerî” veguherandiye “wilayeta ewlekariyê”. Her wiha Ebdê destnîşan kir ku dê hêzên QSD`ê jî çalakiyên ewlekariyê yên bibandor li dijî şaneyên terorê dest pê bikin.”

Serokê şaxê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Tebqayê Musena Ebdilkerîm di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku şerê li dijî hişmendiya DAIŞ`ê erka hemû rêveberiyên sivîl û derdorên civakî û partiyên siyasî ye.

(kn)

ANHA