‘Çareseriya Sûriyê di bicihannîna nenavendîbûna demokratîk de pêkan e’

Xiyas Neîse destnîşan kir ku Rûsya girêdayî niyetên Tirkiyê li hember Bakurê Sûriyê çareyeke xerab pêşkêşî Tirkiyê kir û rêkeftina Edeneyê anî bîra wê. Xiyas Neîse diyar kir ku rewşa Sûriyê guhêrbar e û bi awayekî bilez ji qonaxekê derbasî qonaxa din dibe. Xiyas Neîse teqez kir ku çareseriya Sûriyê di bicihannîna nenavendîbûna demokratîk de pêkan e.

‘Çareseriya Sûriyê di bicihannîna nenavendîbûna demokratîk de pêkan e’
30 ÇILE, 2019   07:48

SEYDO ÎBO / NAVENDA NÛÇEYAN

Di demên dawîn de gelek guhartin li qadên siyasî û leşkerî yên Sûriyê li ser astên herêmî û navdewletî rû dan. Bi taybet piştî biryara vekişandina Amerîkayê û gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Girêdayî vê mijarê, hevdîtina di navbera Rûsya û Tirkiyê de û xistina rêkeftina Edeneyê di rojevê de, siyaseta Tirkiyê li dijî herêmê hate guhertin.

Girêdayî van bûyeran, koordînatorê giştî yê Şepêla Çepgir a Şoreşger li Sûriyê Dr. Xiyas Neîse bersiva pirsên ajansa me da.

*Dewleta Tirk li ser zimanê rayedarên xwe gefa êrîşên leşkerî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar, hûn van gefan çawa dinirxînin?

Mirov dikare gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gelek aliyan ve bixwîne. A yekemîn, dewleta Tirk li hemberî her pêşketineke rizgariya gelê Kurd li ku derê dibe bila bibe, kînekê dide nîşan dan. Em vê fikara şovenîst a dewleta Tirk a dijberî rizgariya gelê Kurd, li gel dewletên ku beşên din ên Kurdistanê parve kirine, dibînin. Tirkiyê helwestên xwe li hember her tevgerek gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê nîşan daye. Li Tirkiyê, dewleta Tirk lihevkirina aştiyê bi tevgera Kurd re binpê kir. Li Kurdistana Iraqê, ruxmî têkiliya baş di navbera Tirkiyê û serokatiya Herêma Kurdistanê de, dewleta Tirk li dijî referandûma Herêma Kurdistana Iraqê ya serxwebûnê sekinî. Li Kurdistana Îranê jî, Tirkiyê di tepeserkirina tevgera Kurd de hevkariya Îranê dike. Li Kurdistana Sûriyê jî, dewleta Tirk tevî çeteyên xwe Efrîn dagir kir û gefa êrîşan li dijî herêmên Rêveberiya Xweser dixwe.

A duyemîn jî gef an jî xwesteka dewletê ya êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî stratejiya dewleta Tirk e ku dixwaze bi vê yekê bibe dewleta herî girîng li herêmê û lîstikvanê sereke di diyarkirina çarenûsa Sûriyê de. Her wiha dewleta Tirk dixwaze hêzeke xwe ya mezin û demdirêj li herêmê çêke. Heger Tirkiyê di van hewldanên xwe de bi ser bikeve ev tê wateya ku Tirkiyê li herêmê dewleta çalak û serwer e. Em ji bîr nekin ku bi berfirehbûna serweriya Tirkiyê re aboriya wê ya hejandî jî ji nû ve geş dibe û sûkên wê berfirehtir dibin.

*Tirkiyê girêdayî têkiliyên neyekser bi rejîma Sûriyê re daxuyanî da, piştî hevdîtinên Pûtîn û Erdogan nîşaneyên van daxuyaniyan çi ne?

Daxuyaniya Tirkiyê ya girêdayî têkiliyên neyekser di navbera rejîma Tirkiyê û rejîma Sûriyê de, piştî hevdîtinên Pûtîn û Erdogan beriya çend rojan bi awayekî mezin dubare bûn. Rûsya bi vê yekê dixwaze ji aliyê navdewletî re pêwîstiya koordîneya bi rejîma Sûriyê re bi sifeta ku ew hikumeta rewa ya Sûriyê ye, teqez bike.

Rejîma Sûriyê niha heya radeyeke mezin di bin wesiyeta Rûsyayê de ye. Wê demê em ê bi hêsanî tê bigihîjin ku Rûsya ji hemûyan re dibêje ku ew wek wesiyetkarê rejîma Sûriyê biryaran dide, ne wekî hikumeta Rûsyayê biryaran dide. Ji vir ve diyar dibe ku Rûsya ji Tirkiyê re dibêje têkiliya xwe bi wekîlê wê re; rejîma Sûriyê re baş bike.

*Guhertina Tirkiyê ya siyasetên xwe li dijî Bakurê Sûriyê hûn çawa şîrove dikin?

Bi rastî, piştî ku serokê Amerîkayê biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê ragihand, dewleta Tirk hema yekser niyeta xwe ya operasyoneke leşkerî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir. Ev yek niyeta dijminahiya leşkerî ya Tirkiyê li djiî herêmên nû li Sûriyê diyar dike. Niyeta Tirkiyê ya berfirhekirina rejîma xwe eşkere bû. Tirkiyê, gelek rastî paşguh kirin, jê berdêla dagirkirina herêmên Rêveberiya Xweser dê gelek giran be û dê encamên wê berovajî li Tirkiyê vegerin. Her wiha Tirkiyê nas kir ku hevalbenda wê ya sereke Amerîka operasyona wê li dijî herêmê pîroz nake, ji ber ku ne li gorî berjewendiyên Amerîkayê li Sûriyê ne. Rewş wisa xuya bû ku biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, ji bo eşkerekirina niyetên veşartî yên aliyên di Sûriyê de çalak bibe hat. Li beramberî wê Rûsya û Îran jî naxwazin Tirkiye serweriya xwe li Sûriyê fireh bike. Nemaze dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê re paşguh kirine. Berfirehbûna hêza Tirkiyê li herêmê tê wateya ku kaxizên Tirkiyê wek lîstikvanek di qada Sûriyê de zêde dike. Rûsya jî nexwaze ev tişt pêk were. Ji ber ku ew dixwaze lîstikvanê çalak, girîng û sereke bimîne ku çaranûsa Sûriyê diyar dike.

Bi kurtasî Tirkiyê dît ku ew bi tenê li qadê maye û aliyên navdewletî û herêmî desteka êrîşên wê nake. Eger bi tenê ew operasyon bi rê ve bir, wê rastî berxwedaneke gel a mezin were, ji ber wê asta gefên xwe li dijî herêmê kêm bûn. Lê ev ihtîmala harbûna siyasetên dewleta Tirk ji holê ranake.

 *Tirkiyê rêkeftina Edeneyê xistiye rojevê, gelo destnîşan dike ku nêzîkbûnek di navbera Tirkiyê û rejîma Sûriyê de li ser hesabê komên çekdar ên Idlib û bakurê gundewarên Helebê heye?

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî hevdîtina wî bi serokê Tirkiyê re mijara rêkeftina Edeneyê bi bîr xist. Piştre hindek rayedarên Tirk mijar nirxandin.

Di baweriya min de ev du dozan destnîşan dike. A yekê, Rûsya rê neda Tirkiyê ku êrîşeke leşkerî ya berfireh pêk bîne mîna Efrînê. Lê belê çareyek xerab pêşkêşî Tirkiyê kir, sînorên rêkeftina Edeneyê ya 1998`an di navbera Tirkiyê û Sûriyê de wekî çareyê diyar dike. Ji bo ku rêkeftin aktîf bibe divê Tirkiye bi rewabûna rejîma Sûriyê itîraf bike. Li beramberî wê divê Tirkiyê çareserkirina rewşa Idlibê li gorî berjewendiya rejîmê hêsan bike.

Lê ez dixwazin tiştekî girîng bi bîr bixim, rewşa welat guhêrbar e û bi awayek lez derbasî qonaxeke din dibe. Divê em pişta xwe tenê nedin sozên navdewletî ji ber ku ew li gorî berjewendiyên xwe ne. Divê em pişta xwe bidin xwe, hêza xwe ya xweser û yên gel û stratejiyeke rizgarkirinê ya diyar nîşan bidin.

*Li gorî nêrîna we rewş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel wan guhertinan, biryara vekişandina Amerîkayê, avakirina herêma ewle, rêkeftina Edeneyê li gel nêzîkbûna şerê tunekirina terorê bi rêveberiya QSD`ê li gundewarên Dêrazorê, wê ber bi ku ve biçe?

Rewş niha gelekî krîtîk e. Amerîka di mijara vekişandina ji Sûriyê de lez nake, Tirkiye dixwaze herêma ewle ava bike û bi xwesteka Rûsyayê re veguherî çarçoveyek teng ew jî rêkeftina Edeneyê ye bi şertê ku hikumeta Tirkiyê re têkiliyan bi rejîma Sûriyê re ava bike.

Lê ev hevsengî di navbera berjewendiyên dewletan de ne sabît e û guhêrbar e. Ji ber pirbûna dewlet û aliyên dijberî tecrubeya Rêveberiya Xweser, hindek ji ber siyasetên heyî dikevin nav nakokiyan. Di van mercên hesas de, hewcedariya me bi siyasetên diyar heye, da ku em berbelav nebin an jî bi awayekî nerast werin fehmkirin û baweriya gel bi xwe winda bikin. Nuqteya destpêkê ya analîzkirinê ew e ku dewletên herêmî û navdewletî yên ku mudaxeleya Sûriyê kirine, helwestên wan girêdayî berjewendiyên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û pêşeroja Sûriyê bi giştî nakok in. Yanî kesek ji wan cesaret nake ku wê hevsengiyê binpê bike bêyî ku bibe sedema şerekî ku sînorên herêmê derbas bike.

A duyemîn, hevgirtina Rêveberiya Xweser, hêzên wê yên leşkerî û piştgiriya gel, dihêle ku her aliyek ku bixwaze êrîşî wê bike, hesabê wê biryarê û encamên wê bike. Lê ev nayê wê wateya ku em bi rehatî razin. Lê belê divê ji tevahiya ihtîmalan re ji aliyên leşkerî, siyasî û gelêrî ve em xwe amade bikin. Divê xîtaba me li hember hemûyan diyar û eşkere be. Divê helwestên me li gorî kiyarên me bin. Em dijberiya tu kesî nakin lê berovajî wê em welat, azadî û tecrubaya xwe diparêzin. Em tenê parastina demokrasî û azadiya beşek ji Sûriyê nakin, em parastina serxwebûn, azadî û pêşeroja demokratîk a tevahiya Sûriyê dikin. Em ne tevahiya gelê Sûrî ne, lê em beşa çalak û dilsoz in ji tevahiya gelê Sûriyê re. Em bang li tevahiya hêzên welatparêz, demokratîk ên Sûriyê dikin ji bo vegerandina yekbûna Sûriyê, xilaskirina wê ji teror û dagirkeriyê, avakirina pergalek siyasî demokrasî ne navendî û nû, hevkar bin. Şer û fedekariyên me ne tenê ji bo nijadekî yan jî neteweyekî ye, lê belê ji bo tevahiya gelê Sûriyê ye.

Ji ber wê ji erka her kesê demokrat, welatparêzê Sûrî ye ku piştgiriya têkoşîna gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Ji ber ku serkeftina me serkeftina tevahiya gelê me ye. Têkçûna me têkçûna tevahiya gelê Sûriyê ye. Ez bang li hêz û kesayetên demokratîk dikim ku li dora bernameya demokratîk kom bibin da ku Sûriyeyeke nû, azad, demokratîk û nenavendî ava bikin û edaleta civakî pêk bînin.

*Di nêrîna we de li gel van guhertinan gelo çareseriya aloziya Sûriyê wê çawa be?

Dema hêzên demokratîk, ilmanî û civakî yên Sûriyê li derdora bernameya veguhestina demokratîk kom bibin, ango bernameya ku di hevdîtinên Eyn Îsayî "Diyalogên Sûrî-Sûrî" derketin pêş, wê demê belge û mekanîzmeya ji van hevdîtinan derketine heya radeyeke mezin dişbehin Kongreya Sûriyê ya sala 1919*1920, yanî ew yek ji curye "Parlamantoya gel" dikare  desteya distûrî pêşkêş bike ku dengê hemû aliyên siyasî û etnîkî yê gel temsîl bike. Yanî çarçoveya Meclisa Sûriyeya Demokratîk çaroveyeke ku mûzakereyan, veguhestina siyasî ye ku pêşî li vegera sîsetema desthilatdar a kevin digire.

(şx)

ANHA