Piştî paşguhkirina rêxistinan vê carê berê xwe da ragihandinê

Rewşa aborî ya piraniya malbatên ku endamekî wan an jî zêdetir astengdar in, ne baş e û di encamê de barê debarê li ser wan zêde dike. Piraniya wan malbatan ji ber nepeydabûna qûta rojane, nikarin zarokên xwe yên astengdar derman bikin.

Piştî paşguhkirina rêxistinan vê carê berê xwe da ragihandinê
30 ÇILE, 2019   07:58

 MIHEMED EL-EREB / TEBQA

Usama El-Rawî bavê du zarokên astengdar e (Imran 10 salî û Ehmed 6 salî ). El-Rawî jî mîna kesên astengdar tê hesibandin ji ber ku ew tenê 35 kg e. Ji ber wê nikare bixebite û debara xwe ya jiyanê peyda bike.

Usama El-Rawî tevî malbata xwe li newaleke gundê El-Sefsafaya Jêrîn ku rojhilatê bajarê Tebqayê li ser berava rastê ya çemê Firatê, di maleke axî de dimîne.

Kurê wî Imran ji mêjiyê xwe astengdar e. Ehmed jî damarên wî gelekî sist in ji ber wê felc bûye. Tevî rewşa her du zarokan malbat gelekî xizan e. El-Rawî diyar kir ku dermanê ku bi dijwarî ji zarên xwe re peyda dikir, niha li tevahiya Sûriyê tune ye.

Ruxmî pirbûna hejmara rêxistinên mirovî, lê piraniyan wan tenê navê Usama El-Rawî tomar kiriye û wêneyên zarokên wî kişandine û heta niha tu alîkarî ji hêla wan ve jê re nehatiye pêşkêşkirin. Li gorî El-Rawî dîmenên ku wan rêxistinan ji malbatê re kişandine, tenê ji bo reklamê bûn.

Ji ber rewşa Usama El-Rawî saziyên xizmetguzariyê yên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê ji El-Rawî bacên av, kehrebe û hwd. nastine.

Piştî paşguhkirina rêxistinan rewşa wî, vê carê Usama El-Rawî berê xwe da çapemeniyê û ji ajansa me re îdiayên wan rêxistinan eşkere kirin da ku ajans dengê wî bigihîne cîhanê û hindek kes alîkariya zarokên wî bikin.

(şx)

ANHA