Artêşa Îsraîlê gundewarê Quneytrayê topbaran kir

Piştî gundewarê Şamê, artêşa Îsraîlê bi obîsan gundewarên Quneytrayê topbaran kir.

Artêşa Îsraîlê gundewarê Quneytrayê topbaran kir
18 îlon, 2026   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji şêniyên herêmê wergirtiye, hêzên Îsraîlê derdora bajarokê El Hemîdiyê yê gundewarên Quneytrayê bi obîsan topbaran kir. Agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.

Beriyê El Hemîdiyê,  artêşa Îsraîlê bajarokê Beyt Cin ê gundewarê rojavayê Şamê topbaran kiribû.

Li gundewarê rojavayê Derayê gavanê ku vê sibehê jî hêzên Îsraîlê ve li herêma Wadî Rûqadê hatibû binçavkirin, hat berdan. Sedemên binçavkirin û mercên wê nehatin zanîn.

 (bb)