Li gundewarê Şamê di encama teqîna bermahiyên şer de 2 kes birîndar bûn

Li dibistana hemşîretiyê ya wêrankirî ya li bajarê Dareya ya gundewarê Şamê di encama teqîna bermehiyên şer de 2 ciwan birîndar bûn.

Li gundewarê Şamê di encama teqîna bermahiyên şer de 2 kes birîndar bûn
18 îlon, 2026   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya bajarê Dareya ya gundewarê Şamê ragihand ku li dibistana hemşîretiyê ya wêrankirî ya nêzî nexweşxaneya Wetenî bermahiyên şer teqiya. Di teqînê de 2 ciwan birîndar bûn.

Li gorî nivîsgehî, dibistan berê wekî depoyeke çekan a çekdarên Hizbullah, rejîma Baasê û Îranê dihat bikaranîn.

(bb)