Hêzeke Îsraîlê li gundewarê Derayê lêgerîna malan kir

Hêzeke Îsraîlê ya ji 9 wesayîtên leşkerî pêk dihat, ket herêma Wadî El Reqad a li gundewarê rojavayê Derayê û li gelek mal û zeviyan lêgerîn kir.

Hêzeke Îsraîlê li gundewarê Derayê lêgerîna malan kir
18 îlon, 2026   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Niştecihên herêma Wadî El Reqad ragihandin ku hêzeke leşkerî ya Îsraîlê, ku ji neh wesayîtan pêk dihat, îro dîsa ket herêmê. 

Li gorî çavkaniyên herêmî, ev hêz ji Girên Golanê ket herêmê, li dora herêma Wadî El Reqad geriya û li gelek malan lêgerîn kir.

(k)

ANHA