Hunermend Rêber Îsa li Amûdê hat bibîranîn

Hunermend Rêber Îsa di salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat bibîranîn.

Hunermend Rêber Îsa li Amûdê hat bibîranîn
Hunermend Rêber Îsa li Amûdê hat bibîranîn
Hunermend Rêber Îsa li Amûdê hat bibîranîn
Hunermend Rêber Îsa li Amûdê hat bibîranîn
Hunermend Rêber Îsa li Amûdê hat bibîranîn
Hunermend Rêber Îsa li Amûdê hat bibîranîn
Hunermend Rêber Îsa li Amûdê hat bibîranîn
18 îlon, 2026   20:22
QAMIŞLO

Hunermend Rêber Îsa yê ku di 18‘ê Îlona 2022‘an de di encama qezayeke trafîkê de wefat kiribû, îro li ser gora xwe ya bajarê Amûdê ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn.

Di bîranînê de hunermend Baran Dilbuhar axivî û behsa keda hunermend Rêber Îsa ya di qada hunerê de kir. Baran Dibuhar got, Rêber Îsa dixwest keça wî Delîla cihê xwe di qada hunerê de bigire, Delîla daxwaza wî bi cih anî û rêya bavê xwe dişopîne.

Hunermend Sîpan jî bîranînên xwe yên bi Rêber Îsa re, hezkirina wî ya li hemberî hunerê û hevalên xwe vegot. Her wiha behsa xebata wî kir

Keça hunermend Rêber Îsa, Delîla  jî anî ziman ku bavê wê wefat kir, lê cihê wî hîna di dilên hevalan û nasên wî de û got, bavê wê hêvî dikir ku zarokên wî bibin hunermend.

Delîla diyar kir ku ew rêya hunerê ya bavê xwe bidomîne.

Rêber Îsa yek ji hunermendên navdar li bajarê Amûdê bû. Rêwîtiya xwe ya hunerî di salên 1990‘î de dest pê kir û di sala 1992‘an tev li Koma Agirî ya hunerê bû. Di komê de hem stran digotin û hem jî li tembûrê dida. Li ser şehîdan û dozên civakî stran gotin û nişfek ji hunerendan perwerde kir.

(bb)

ANHA