Îsraîlê carek din derdora Beyt Cin da ber topan

Hêzên Îsraîlê derdora bajarokê Beyt Cin ê gundewarê rojavayê Şamê topbaran kir.

Îsraîlê carek din derdora Beyt Cin da ber topan
18 îlon, 2026   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên ku nûçegihanên me ji şêniyên herêmê wergirtine, hêzên Îsraîlê derdora bajarokê Beyt Cin ê gundewarê rojavayê Şamê topbaran kir.

Agahiyên der barê encamên topbaran de nehatin bidestxistin.

11‘ê Îlonê jî hêzên Îsraîlê bi guleyên obîsan bajarok topbaran kiribû. Di 13‘ê Îlonê de jî girê Herbûn ê rojavayê bajarokê dabû ber topan. 16‘ê Îlonê jî derdora bajarokê bi 4 guleyên obîsan hatibû topbarankirin. Di 12‘ê Îlonê de herêma Eyn El Şerea ya nêzî Beyt Cin topbaran kirin. Tevî topbaranê tevegerên bejahî yên Îsraîlê di nava qadên çandiniyê yên bajarokê çêdibin.

(bb)