Jinên Efrînê: Em ê çalakiyên xwe bidomînin heta ku tecrîd bê rakirin

Jinên Efrînê yên li kampên kantona Şehbayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û ji rêxistinên mafên mirovan xwest ku binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê bisekinîn û wiha got: “Em ê çalakiyên xwe bidomînin heta ku tecrîd bê rakirin.”

Jinên Efrînê: Em ê çalakiyên xwe bidomînin heta ku tecrîd bê rakirin
30 ÇILE, 2019   07:29

ARŞÎN NECAR / ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Her carê serlêdana malbat û parêzerên wî bi hincetên cuda asteng dike. Ji bo şikandina tecrîdê di serî de hevseroka KCD’ê Leyla Guven, li seranserî Kurdistan û cîhanê grevên biçîbûnê dest pê kir. Her çendî dewleta dagirker xwest bi fêlbaziyan berxwedanê bişikîne jî, lê berxwedan bi hemû hêza xwe berdewam e. Ev berxwedan li kantonên Rojava jî berdewam e.  

Jinên Efrînê yên li kampên kantona Şehbayê dimînin jî bi çalakiyên cur bi cur tecrîdê şermezar dikin. Jinên Efrînê armanca çalakiyên xwe nirxand.

Şêniya bi navê Medîne Mihemed a ji bajarê Efrînê destnîşan kir ku tevî girtin û tecrîda girankirî jî fikrên Ocalan azad in û li hemû cîhanê belav bûne û wiha got: “Tevahî gelê cîhanê û Rojhilata Navîn xwedî li fikr û felsefeya Ocalan derket. Ev yek diyar dike ku siyaseta dagirkeriya Tirkiyê ya dûrxistina Ocalan ji gel, bi bin ket."

Medîne Mihemed destnîşan kir ku kiryarên Tirkiyê li dijî mirovahiyê ne, ji ber dizanin ku  armanca Ocalan rizgarkirina tevahiya gelan e û ji ber vê yekê jî fikrên Ocalan ji desthilatdariya xwe re xeternak dibînin.

‘Gel bi fikr û felsefeya Ocalan bawer e’

Şêniya bi navê Cemîla Nebo jî destnîşan kir ku hevdîtina birayê Ocalan, Memet Ocalan yek ji komployên dagirkeriya Tirkiyê ye û gotinên xwe wiha dawam kir: “Ji ber çalakiyên gelê Kurd li tevahî cîhan û Tirkiyê belav bûn, ji bo astengkirina berxwedanê destûr dan hevdîtinê. Lê tecrîd bi dawî nebû. Ji ber vê yekê jî dê çalakiyên me berdewam bikin ta ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe, malbat û parêzerên wî pê re hevdîtinan pêk bînin.”

Şêniya bi navê Umniye Xiloleklî jî destnîşan kir ku Komploya Navdewletî, li ber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têk çû, ji ber ku gel bi fikr û felsefeya wî bawer dike û wiha pê de çû: “Heya niha gel li ser xeta Ocalan dimeşe. Em ji armancên xwe gav paşde naavêjin, Tirkiye nikare fikr û felsefeya Ocalan tune bike.” 

Her wiha şêniya bi navê Umniye Mistefa bang li rêxistinên mafê mirovan û navdewletî kir ku binpêkirin û kiryarên dagirkeriya Tirkiyê, bi taybet yên li dijî gelê Kurd rawestînin û tecrîda li ser Ocalan rakin.

(dh/bm)

ANHA