ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-01-2019
28 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Greva birçîbûnê ya bi dirûşmeya "Biratiya gelan dê planên faşîzma Tirkiyê hilweşîne" ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê bi armanca destekdayîna Leyla Guven û 230 girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de  hatiye destpêkirin berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Dirbêsiyê kongreya xwe ya sêyemîn li Hola Îvan lidar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Goristana Şehîd Dicle yek ji cihên pîroz ji bo gelê Sûriyê û Kurd li tevahiya cîhanê tê hesbandin. Goristan bi sedan gorên kesên ku li dijî hêzên tarîtiyê şer kirine hemêz dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hemû beşê civaka Kobanê li hemberî hovîtiya DAIŞ‘ê şer kirin. Li rex şervanan bijîşk jî hebûn ku derketina nepejirandin û li nexweşxaneyên meydanî û nuqteyên tenduristiyê li ber xwe didan û bûne mînakên lehengiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dewleta Tirk salek beriya niha komkujiyek li gundê Golbê ya navçeya Şêrawaya ya Kantona Efrînê pêk anî. Di encamê de 18 koçber bûne qurbanî, ji ber dijwariya bombebaranê heta niha hestiyên qurbaniyan nehatin dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşa malbata Mihemed Hisên mîna rewşa bi hezaran şêniyên Sûriyê ye, yên ku ji destpêka aloziya Sûriyê reviyane û ji ber binpêkirinên komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ji kuştin, revandin û talankirin nikarin vegerin warên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê diyar kir ku Tirkiyê bi rêya herêma bi ewle hewl dide xaka Sûriyê dagri bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd Ezîz Ehmo anî ziman ku peyama Adane xeteriyeke li ser xaka Sûriyeyê û destnîşan kir ku Tirkiyê dixwaze li gorî peyama sala 1998‘an de herêman tev li xaka Tirkiyê bike mîna Lîwa Eskenderon. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi Leyla Guven re çalakiya kon li Pêşiya Avahiya Komseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 08:00.

-Akademiya Jinên Sûriyeyê dewreya 9‘emîn a bi navê "Şehîd Destan Temûr" ku 39 jin tev lê bibûn bi dawî dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Kobanê rolek pêşeng di berxwedana şervanên YPJ`ê de li dijî êrîşî çeteyan li ser bajarê Kobanê lîstine. Jina Kobanê bi gelek şêwazan ji leşkerî, xedemî û tenduristî tev li parastina xaka Kobanî bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Buroya Jin a Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a Helebê wekî gavekê ji bo pêşxistina meştel û parkan projeyên biçûk ên çandina di 500 hawzên çandiniyê pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Suyran û Kildan destnîşan kirin ku Leyla Guven îradeya jinê li hemberî planên dewletên dagirker ji cîhanê re îsbat kir û gotin Leyla Guven mînaka jina azad e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Greva birçîbûnê yaTevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li Şehbayê ku bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna bi Leyla Guven re destpêkiriye, didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Tirbespiyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana girtiyan re meşekê li dar dixe, seat 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Aborî ya bajarê Minbicê bi armanca pêşxistina aborî û rêgirtina li ber keysbaziyê gelek koperatîf vekirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a Hemrat bi hevkariya Şaredariya Gel a Reqa Semrayê dirêjahiya 4 km navgînên rêyan li bajaroka Reqaya Semrayê sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA