El-Qeftan: Tirkiyê hewl dide herêmek ne ewle ava bike

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan got, Tirkiyê bi rêya avakirina herêmek ne ewle hewl dide herêmê dagir bike.

El-Qeftan: Tirkiyê hewl dide herêmek ne ewle ava bike
28 ÇILE, 2019   05:20

ŞERÎF EL-ABO/MINBIC

Girêdayî îdiayên hikumeta Tirkiyê û serokê wê Erdogan ji bo avakirina herêmek ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çavdêriya dagirkeriya Tirk Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan ji ajansa me re axivî.

Ibrahîm El-Qeftan teqez kir ku Tirkiyê hewl dide herêmê dagir bike û bangên wê ji bo avakirina herêma ewle dikeve vê çarçoveyê. El-Qeftan anî ziman ku Tirkiyê bi van îdiayên dixwaze herêmeke emnî ne ewle ava bike, da ku armacên xwe yên dagirkirinê pê bîne.

Ibrahîn El-Qeftan wiha doman: "Tirkiyê hewl dide herêmên emnî ava bike, dagir bike û bixe bin serweriya xwe mîna Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus û herêmên din. Her wiha hewl dide tevahiya çeteyên xwe yên tundraw li wan herêman kom bike û veguherîne herêmên ne ewle. Bi taybet piştî tirsa wê ji windakirina Idlibê û herêmên bin serweriya çeteyên wê nemaze piştî hevdîtinên dawîn bi Rûsyayê re."

Di nav gotinên xwe de Ibrahîm El-Qeftan diyar kir ku herêmên ewle ji aliyê qanûnî ve tê wateya avakirina herêmên ewle li herêmên nakok û wiha anî ziman "Armanca wê ew e ku bi çavdêriya navdewletî yan jî hêzên parastina navdewletî, şêniyan ji nakokiyên çekdar û şeran dûr bixîne û şêniyên biparêzin. Nabe ku ev herêm di bin çavdêriya aliyên ku ewlehiya wê herêmê tehdîd dikin de be. Mîna Tirkiyê ya ku ewlehiya herêmê tehdîd dike û dixwaze herêma ewle di bin çavdêriya wê de be."

Ibrahîm El-Qeftan axaftina Tirkiyê ya domdar li ser herêmên ewle vegerand sedemên siyasî, nêzîkbûna hilbijarinên Tirkiyê, paşdeçûna aboriya wê û hewldanên wê ji bo derbaskirina aloziyên xwe yên hundirîn ji derve re û wiha pê de çû: "Ez dibînim ku sedema wê, têkçûna hikumeta Tirkiyê di rêvebirina dewleta xwe de ye. Saziyên dewletê veguherand saziya yek malbatê. Tevî wê jî hewl dide aloziya xwe ya aborî ya hundirîn derbasî derve bike. Em dizanin ku miqdara deynên Tirkiyê gihaştiye 800 milyon dolar. Erdogan ji wê dixwaze dem qezenc bike û hinceta tehdîda ewlehiya Tirkiyê wek kaxizekê ji bo qezenckirina hilbijratinan bi kar bîne."

Di berdewama gotinên xwe de Ibrahîm El-Qeftan ev tişt anî ziman: "Tirkiyê di pêkanîna wan xewnên xwe de bi sernakeve. Tirkiyê divê têbighêje ku arambûna wê bi arambûna rewşa Sûriyê ve girêdayî ye. Divê hikumeta Tirkiyê ferqê bixe di navbera herêma ewle û herêma ne ewle de û ji tiştên ku dixwaze li herêmên Sûriyê yên ewle ferz bike bi dûr keve."

Di dawiya hevpeyvînê de Ibrahîm El-Qeftan teqez kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê mudexeleyên Tirkiyê û dagirkirina xaka Sûriyê red dike. Partî hewl dide asta xeteriyên mudexeleya Tirkiyê di Sûriyê de, dirêjkirina temenê aloziyê û rêgirtina li ber her çareseriyekê ku aloziyê bi dawî dike, eşkere bike.

(şx)

ANHA