QSD’ê 2 hezar sivîlên din rizgar kir 

Şervanên QSD`ê zêdeyî 2 hezar sivîl ji herêmên bajarokê Hecîn û gundewarên wê rizgar kirin û ew ber bi herêmên rizgarkirî yên gundewarên Dêrazorê ve birin.

QSD’ê 2 hezar sivîlên din rizgar kir 
QSD’ê 2 hezar sivîlên din rizgar kir 
QSD’ê 2 hezar sivîlên din rizgar kir 
QSD’ê 2 hezar sivîlên din rizgar kir 
QSD’ê 2 hezar sivîlên din rizgar kir 
28 ÇILE, 2019   07:09

DÊRAZOR

Şervanên QSD`ê di qonaxa dawî ya hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê de bi pêşde diçin. Derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê dixin. Her wiha korîdorên ewle vedikin da ku sivîlan ji çeteyên DAIŞ`ê ku wan weke mertalên zindî bikar tînin, rizgar bikin. Şevê din jî şervanan zêdeyî 2 hezar sivîl rizgar kirin.

Tê zanîn ku piraniya koçberên ku ji çeteyên DAIŞ`ê direvin zarok, jin û kalepîrin. Her wiha di nava wan de koçberên ji welatên cûda jî hene.

Ji ber mayînên ku çeteyên DAIŞ`ê li her derê bi cih kirine da ku derketina sivîlan asteng bikin,  wan weke mertalên zindbî bikar bînin da ku pêdeçûnên şervanan asteng bikin, hejmareke mezin ji koçberan birîndar hene.

Di vê çarçoveyê de Endamê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Abdullkerîm Sifûk destnîşan kir ku hejmara koçberan zêde dibe her wiha şervanên QSD`ê pêşde diçin û diyar kirin ku piraniya koçberan zarok û jinin.

Abdullkerîm Sifûk di axaftina xwe de wiha anî ziman,"Di nava vê pêla koçberan de hejmareke mezin ji koçberên birîndar hebûn. Ew jî ji ber mayînên ku ji aliyê çeteyan ve hatine çandin, birîndar bûne. Me jî erebeyên ambulansê peyda kir da ku birîndaran rakin û werin dermankirin. Piştî ku pêwîstî ji wan re têne pêşkêşkirin, em sivîlan dibin kampa Holê û alîkariyê ji wan re pêşkêş dikin."

(bx/bm)

ANHA